Dewleta Tirk li pey girtiyê 18’ê ye
Dewleta Tirk li pey girtiyê 18’ê ye
Dewleta Tirk li pey girtiyê 18’ê ye
Piştî li Girtîgeha Tîpa M Çewlikê 18 girtiyên ji doza PKK'ê xwe rizgar kirin, operasyon hat destpêkirin û 17 girtiyên PKK'ê hatin girtin. Piştî 17 kes hatin binçavkirin, niha jî operasyon ji bo girtiyê PKK'ê Ekrem Taş ku nehatiye girtin hêj didome.
Duh li Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê 18 girtiyên PKK'ê piştî demek dirêj tunel kolandin, di tunelê re derketin derve û xwe rizgar kirin. Li ser vê yekê bi tevlêbûna leşker, polîs, timên taybet, helîkopterên kobra û skorsy û HERON'an operaszyonek berfireh hat destpêkirin. Piştî operasyonê hat diyar kirin ku gelek girtiyên PKK'ê ku duh xwe rizgar kirin 17 kes hatin girtin. Kesên hatin girtin navê wan wiha ne: "Baran Gunana (Qers), Selamî Kizil (Mêrdîn), Dîren Yaşa (Amed), Velî Taşkiran (Amed), Şeref Gulen (Amed), Ahmet Oyûnlû (Amed), Ramazan Benîce (Amed), Ridvan Îpek (Amed), Alî Nergîs (Amed), Devrîm Kavak (Êlih), Diyar Kaydû (Amed), Huseyîn Barsak (Sêrt), Îbrahîm Engîn (Amed), Emrah Ûbîç (Qers), Cemîl Doster (Amed), Osman Kiliç (Çewlik), Ozan Alpkaya (Mêrdîn).
OPERASYON DIDOME
Piştî di operasyonê de 17 kes hatin girtin, niha operasyon dîsa ji bo girtiyê PKK'ê Ekrem Taş (Çewlik) ku nehat girtin, didome. Li gorî hin agahiyan hat diyar kirin ku li taxa Simanî ji aliyê sehê ku zêde bêhnê distînin hatin girtin, li gorî hin agahiyan jî li gundê Çanê welatiyekî li girtiyê PKK'ê yên reviyan gilî kir û girtiyê PKK'ê hatin girtin. Hat zanîn ku operasyon heta serê sibê berdewam kir û 17 girtiyên siyasî bê çek hatin girtin. Girtiyê bi navê Ekrem Taş jî hêj nehatiye girtin. Li derdora gundê Melan ê Çewlikê operasyona leşkeran bi tevlêbûna helîkopteran berdewam dike.
Piştî bûyerê 2 kesên hatin binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Nûnerê Kanîreşê yê MEYA-DER'ê Alper Aksoy û Welatiyê Kanîreşê Vedat Bozan ku hatin binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh Ceza kirin.
17 girtiyên ku xwe rizgar kirin, piştî hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê.