Dewleta Tirk li Montrealê hat şermezarkirin

Li bajarê Kanada Montrealê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Li bajarê Kanada Montrealê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Însiyatîfa Ciwanan ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn.

Girseya gel a ji Qûartîer de Spectacle dest bi meşê kir, bi qîrîna dirûşmeyan heta Place Sqûare Phîllîp meşiya. Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bêdengiya li pêşberî qirkirina li Kurdan tê kirin nayê qebûlkirin û hat destnîşankirin, ku Kurd ji bo bi awayekî azad bi nasnameya xwe re bijî, wê bi her awayî têbikoşe.

Çalakî bi belavkirina belavokan bi dawî bû.

...