Dewleta Tirk li Farqînê kesek qetil kir

Li Farqînê terora polîs û leşkeran dewam dike. Li navçeya ku derketina derve lê hatiye qedexekirin, polîs û leşkerên gule li derdorê reşandin, ciwanek qetil kirin.

Li Farqînê terora polîs û leşkeran dewam dike. Li navçeya ku derketina derve lê hatiye qedexekirin, polîs û leşkerên gule li derdorê reşandin, ciwanek qetil kirin.

Li navçeya Amed Farqînê, piştî qedexeya derketina derve ku duh bi şev hat îlankirin û heta daxuyaniyeke duyemîn wê di meriyetê de be, polîs û leşkerên Tirk derketin operasyonê. Polîsên tevgera taybet û leşker bi dehan maşînên zirxî ketin nava navçeyê û li hemberî taxên Tekel, Konak, Mescît û Selahattîn ên di bin kontrola komên xweparastinê yen gel de ye, operasyon pêk anîn. Danê sibehê saet di 05:45'an de hemû xetên telefon, înternet û înterneta mobîl hatin birîn. Bi tevgera helîkopteran re pevçûneke dijwar destpê kir.

Hat ragihandin ku li navçeyê teqînên dijwar rû didin. Polîs û leşkerên Tirk, ji danê sibehê û pê ve bi bombeyên gazê û fîşekên rastî êrîşî gel kirin.

CIWANEK QETIL KIRIN

Di vê êrîşê de ciwanekî bi navê Serhat ê paşnavê wî nehat hînbûn, ji ber fîşeka li serî ket bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Tevî hemû hewldanên li vê derê ciwanê ku tê gotin 20-22 salî ye, jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku polîs û leşker hînê li navçeyê guleyan li derdorê direşînin û helîkopter jî li ser navçeyê digerin.

KETIN Û DERKETIN HAT QEDEXEKIRIN

Şahidekî bûyerê ku bi rêya telefonê agahî da ajansa me got, "Li Farqînê danê sibeê saet derdora 06:00 - 07:30 de şerekî dijwar qewimî. Tevî ku 5 saet di ser re derbas bûye jî hînê dengê çekan tê. Ji navenda navçeyê dûxaneke reş bilind dibe û du teqînên mezin pêk hatin." Li gorî agahiyan, polîs nahêlin welatiyên ji aliyê Farqîn-Amed û Farqîn-Êlihê tên, bikevin hundirê navçeyê.

JIN DIÇIN FARQÎNÊ

Heyeta Meclîsa Azadiyê ya Jinê, berê xwe da Farqînê, ku dewlet amadekariyê dike lê komkujiyê bike. Heyeta ji 15 kesan ku parlamenter, rewşenbîr, rojnamevan û parêzvanên mafên jinan hene, tê payîn ku piştî nîvro xwe bigihîne Farqînê.

Di nava heyeta Meclîsa Azadiya Jinê de ev kesayet cih digirin: "Nîmet Tanrikûlû, Işil Ozgenturk, Nehveş Evîn, Fîlîz Kerestecîoglû, Gonul Korkmaz, Hatîce Odemîş, Macîde Şîmşek, Evrîm Kurdoglû, Guneş Engîn, Ceylan Bagriyanik, Yuksel Mûtlû, Ayşe Acar Başaran, Dîlek Ocalan, Dîlan Çetînkaya, Fatma Yalçin."

TÊKÎLÎ BI LICEYÊ RE NÎNE!

Li aliyê din, li navçeya Amed Liceyê jî piştî qedexeya derketina derve, xetên înternet û telefonê yên navçeyê jî hatin birîn. Li dû Farqînê, Walîtiyê ragihand ku li Liceyê jî di navbera saet 21:00 ê duh êvarê û saet 07:00 ê vê sibehê derketina derve qedexe ye. Li navçeyê bi rêya xetên malan têkilî bi navçeyê re tê danîn. Xetên ragihandinê yên li navçeyê hînê tên astengkirin.

"HELWESTÊN KÊFÎ HATIN EWLEKIRIN"

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Parêzer Serhat Karaşîn da xuyakirin ku qedexeya derketina derve ji bo operasyoneke leşkerî hatiye wergirtin û anî ziman ku ev biryara Walîtiya Amedê ya ji bo Lice û Farqînê girtiye, li dijî hiqûqê ye. 

Karaşîn ragihand ku biryareke bi vî rengî ya dikare rê li ber zêdebûna binpêkirina mafên mirovan veke, helwestên kêfî yên hêzên ewlekariyê ewle dike. 

Karaşîn da xuyakirin ku weke Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Şaxê Amedê ew ji raya giştî re radigihînin, e biryarên hatine stendin ne li gorî hiqûqê ye û ji bo betalkirina wê, wê serî li dadgeriyê bidin.

Karaşîn li hemberî binpêkirina mafan ên gengaz, bang li rêxistinên hiqûqê û parêzvanên mafên mirovan kir, ku bi awayekî aktîf bi berpirsyarî rabin.