Dewleta Tirk li Dûîsbûrg û Bremenê hat şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, li bajarên Elmanya Dûîsbûrg û Bremenê hatin şermezarkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, li bajarên Elmanya Dûîsbûrg û Bremenê hatin şermezarkirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, bi pêşengya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd girseya gel li ber stasyona trenê ya Dûîsbûrgê li hev civiya û êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirina gelê Kurd, şermezar kir.

Di axaftinên li çalakiyê de komkujiyên AKP'ê yên li Kurdistanê hatin şermezarkirin û di serî de hikûmeta Elman bêdengiya cîhana rojaav li pêşberî van komkujiyan hat protestokirin.

Çalakgeran ragihandin, her kesê ji xwe re dibêje 'ez demokrat im' divê van komkujiyên dewletê şermezar bikin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Komkujiyên li Kurdistanê biqedînin", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî biratiya gelan", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

BREMEN

Li bajarê Elmanya Bremenê bi heman armancê ji ber stasyona navendî heta ber Parlamenta Eyaletê meşek hat lidarxistin.

Girseya gel bi vekirina pankartên bi nivîsa "Li Sûr û Amedê dewlet komkujiyan dike", "Tirkiye aştiyê qetil dike" ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de çalakger ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Sûr, Cizîr û Hezexê belavok belav kirin.

Li ber Parlamenta Eyaleta Bremenê jî mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de her wiha bêdengiya welatên Yekîtiya Ewropayê bê taybetî jî ya dewleta Elmanyayê hat şermezarkirin.

...