Dewleta Tirk li Bordeaûxê hate şermezarkirin
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.
PYD'ê û Meclîsa Jinan a Bordeaûxê çalakiyeke hevpar li dar xistin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Faşîst erdogan", "Ji Kobanê heta Efrînê Kurd wê li ber xwe bidin" hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.
Di çalakiyê de hat ragihandin, heta ku êrîş dewam bikin wê gelê Kurd jî li qadan be.