Dewleta Tirk a dagirker li boxaza Sinînê ya Xinêrê li wesayîtek sivîl xist-NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker li boxaza Sinînê ya Xinêreya Herêmên Parastina Medyayê, li wesayîtek a silîvan xist.
Dewleta Tirk a dagirker li boxaza Sinînê ya Xinêreya Herêmên Parastina Medyayê, li wesayîtek a silîvan xist.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên li herêmê hatîn girtin, helîkoptera bi tîpa kobra ya artêşa Tirk a dagirker seat derdora 20:30’an, li boxaza Sinînê ya li Xinêrê wesayîtek a sivîlan kire hedef.
Hate zanîn ku di encama êrîşê de 2 sivîl birîndar bûne. Diyar kirin ku piştî bombardumanê şêniyên herêmê çûne cihê bûyerê.
li gorî agahiyên gihîştinî ber destê me her du sivîl ku navê wan Loqman Çeto û Zikrî Mecîd e, di dema ku bi wesayîta xwe celeb dibirin hatine bombebarankirin. Her wiha hat zanîn ku di encama bombebaranê de pezên di wesayîtê de belavî eraziyê bûne û herî kêm 20 pez hatine qetilkirin.