Destgîrkirina KESK’iyan li Kadikoyê hate protestokirin

Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê, destgîrkirina endamên xwe li Kadikoyê bi meşekê protestokirin.

Kedkarên cemaweriyê yên tevî hemû mudaxeleyên polîsan bi dirûşmên “AKP wê biçe em ê bimînin” daxwaza lezgîn a berdana hevalên xwe kirin.

Ji bo berdana endamên KESK’ê yên di hefteya 68’an a li Altiyol a Kadikoy û Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ji bo vegerin ser karê xwe yên bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de ji kar hatine dûrxistin, hatibûn destgîrkirin, li Kadikoya Stenbolê çalakiyek hate kirin. Di protestoya bi pêşengtiya Platfroma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê tevî hemû mudaxeleyên polîsan kedkar, ji Rêya Bahriye heta Altiyol û ji Altiyolê jî heta Saxa 2. a Egtîm Senê meşiyan.

Di meşê de pankartên bi nivîsên “Zext û zor nikarin me, BHQ’ê biçin em ê bimînin” hatin vekirin û dowîzên “Ji ber ku em hiqûqê, edaletê dixwazin, em ji kar hatine dûrxistin” dîsa bi yek dengî dirûşmên “AKP wê biçe em ê li vir bin”, “Destgîrkirin, girtin nikare me”, “Bila destgîrkirî bên berdan” û “BHQ’ê wê biçin em ê bimînin”. Li ser navê Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê ata Esen li ser navê kedkarên cemaweriyê yên ji aliyê polîsan ve li Altiyolê ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêç kirin axivî û diyar kir ku divê karê hevrêyên wan ên hatine xespkirin bê dayîn û kesên hatine destgîrkirin jî bên berdan.

Piştî meşê û şûnde polîsan dîsa pêşiya kedkarên cemaweriyê girtin. Kedkarên tevî hemû mudaxeleyê bi dirûşman meşa xwe dom kirin, namzetê Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî destek kir. Endamên KESK’ê yên heta pêşiya Şaxa 2. a Egtîm Senê çûn, ji bo heta hevrêyên wan bên berdan dest bi nobedê kirin.