Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Desteserkirina şaredariyan wê li Elmanyayê bê şermezarkirin

KON-MED'ê ji bo meş û mîtîngên Şemiyê yên li gelek bajarên Elmanyayê li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê pêk bên banga tevlîbûn kir.

Nerazîbûna li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê her didome.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek weşand û ragihand, di 24'ê Tebaxê de wê li bajarên cuda yên Elmanyayê ji bo şermezarkirina êrîşên rejîma AKP-MHP'ê yên li dijî gelê Kurd çalakî pêk werin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk li aliyekî zilmê li gelê Bakur dike, li aliyê din hewl dide dagirkeriya xwe ya li Rojava û Başûr berfireh bike û hate gotin, "Dewleta Tirk ji salên 1990'î û vir ve çarçoveya operasyonên xwe fireh kir û polîtîkayeke ku dijminatiyê li destketiyên Kurdan hemûyan dike dimeşîne."

Di daxuyaniyê de desteserkirina şaredariyan weke beşek ji êrîşa dijminane ya polîtîkaya qirkirina li dijî Kurdan hate pênasekirin û hate gotin, "Desthilatdariya AKP'ê naxwaze dengekî bi tenê yê mûxalîf bibihîze. Vê polîtîkayê bi biryardarî didomîne. Tayînkirina qeyûman li şaredariyan encama vê polîtîkayê ye."

KON-MED'ê ragihand ku gel wê li şaredarên ku hilbijartiye bibe xwedî û diyar kir, "Gel wê serê xwe li ber vê zîhniyeta ku dest daniye ser îradeya wan netewîne, wê nepejirîne û heta dawiyê li ber xwe bide. Ji bo şermezarkirina êrîşên faşîst û dagirker ên AKP-MHP'ê em bang dikin ku tevlî meş û mîtîngên 24'ê Tebaxê yên li bajarên Elmanyayê bibin."

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:


STUTTGART

Lautenschlagerstraße

Saet: 15:30

 

NURNBERG

Lorenzkirche

Saet: 16:00

 

MUNCHEN

Fussgängerzone Sendliger Straße

Saet: 16:00

 

FREIBURG

Platz der Alten Synagoge

Saet: 18:00

 

FRANKFURT

HBF

Saet: 16:00

 

KOLN

Dom

Saet: 12:00-18:00

 

BIELEFELD

HBF Onu

Saet: 15:00

 

DUSSELDORF (Meşa tifaqa dost)

HBF

Saet: 14:00

 

AACHEN

NCDK

Saet: 16:00


FED-KURD

BERLIN

Hermannplatz

Saet:16:00

 

DRESDEN

Neumarkt

Saet: 14:00

 

ERFURT

HBF

Saet: 15:00

 

FED-DEM

HANNOVER (Çalakiya hevpar a bi AABK)

Pêşiya avahiya Konsolosxaneya Tirk

Saet: 11:00

 

HANNOVER (Niedersachsen)

Hildesheim Hauptbahnhof

Saet: 13:00

Piştî meşê tevlîbûna li Festîvala Çanda Kurd

Am Marienfriedfhof Hildesheim

Saet 14:00

 

BREMEN-OLDENBURG

Ziegenmarkt (Sielwall)

Saet: 12:00

 

HAMBURG-KIEL

Sternschanze Bahnhof

Saet: 15:00