Desteka ji bo Farqînê, hêrsa li dijî AKP'ê zêde dibe

Polîtîkayên qetlîamker ên hikûmeta AKP'ê li Farqînê dimeşîne, li gelek navendan hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de destek ji gelê Farqînê re hat dayîn û dirûşmên "Gelê Farqînê ne bi tenê ye", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Polîtîkayên qetlîamker ên hikûmeta AKP'ê li Farqînê dimeşîne, li gelek navendan hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de destek ji gelê Farqînê re hat dayîn û dirûşmên "Gelê Farqînê ne bi tenê ye", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. Di çalakiyan de bang li raya giştî ya welêt û navneteweyî hat kirin ku destekê bidin berxwedana li Farqînê.

AGIRΠ

Li Agiriyê meşa ku ji bo şermezarkirina êrîşên dewletê yên li hember welatiyên Farqînê pêk tên, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Parlamentera HDP'ê Dîrayet Taşdemîr bertek nîşanî polîsan da û astengiyê wek faşîzma AKP'ê bi nav kir. 

Rêxistinên HDP û DBP'a Agiriyê bi boneya şermezarkirina êrîşên dewletê yên li hember welatiyên Farqînê pêk tîne xwestin meşekê li dar bixin. Lê polîsan meş asteng kir. Koma ku wekîlên HDP'ê yên Agiriyê Dîrayet Taşdemir û Berdan Ozturk, endamên saziyên sivîl ên civakî, rêvebirên HDP, DBP'ê û gelek welatî hebûn li ber avahiya HDP'ê kom bûn meşiyan Navenda Kar a Şaredariyê. 
Di meşê de pankarta "Em komkujiya li Farqînê şermezar dikin" hat vekirin û dirûşmên "Gelê Farqînê ne tenê ye" û "Kurdistan wê ji AKP'e re bibe goristan" hatin berzkirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî di kolana partiyê de rê li ber girseyê girt û nehiştin girse bimeşe. 

'EM TESLÎMÎ POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê NABIN'

Welatiyan ji ber şermezarkirina helwesta polîsan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştre Hevserokê DBP'ê Necmettîn Efe li vir axivî û diyar kir ku dewlet bi hiqûqa dijminahî Farqîn dorpêç kiriye û êrîş dike. Efe destnîşan kir ku divê ev wehşeta li hember gel tê meşandin demildest raweste û wiha berdewam kir: "Em teslîmî polîtîkayên şer ên AKP'ê nabin. Divê her kes xwedî li berxwedana Farqîniyan derkeve."

'BI BIRÊZ OCALAN RE DEST BI MUZAKEREYAN BIKIN'

Parlamenter Dîrayet Taşdemîr jî diyar kir ku bi van tundî û zilman nikarin berxwedana wan têk bibin û wiha got: "Mafê herî xwezayî yê Kurdan li Farqîn û Cizîrê tê pelçiqandin. Em 40 sal in vê senaryoyê dixwînin. Hişê xwe bigirin ser xwe û bi birêz Ocalan re li ser maseya muzakereyê rûnin."

Çalakî piştî axaftinan bi çepikan bi dawî bû.

ENQERE

Şaxê ÎHD'ê yê Enqereyê, der barê qedexeya derketina derve û kuştina sivîlan li Farqînê de, li ber Deriyê Dîkmen ê Meclîsê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Paramenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Şenal Sarihan û gelek kes amade bûn.

Rêveberê ÎHD'ê yê Enqereyê Parêzer Hasan Erdogan daxuyanî da û got, "Di nava 9 rojan de 6 mirovên me bûn qurbanê şîdetê. Kolan hatine dorpêçkirin, li taxan tank, panzer û polîsên bi çekên giran digerin."

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turdogan jî bal kişand ser şerê psîkolojîk ê çapemeniya Tirk ku ji bo terora dewleta Tirk a li Farqînê dimeşîne û got, "Danê sibehê min çend rojname xwest, ez matmayî mam. Bi awayekî vekirî nivîsandine ku ya li Farqînê tê kirin têrê nake, polîs têrê nakin, divê ji hewayê ve operasyon were kirin. Bang li artêşê kiriye ku dakeve Farqînê. Di Destûra Bingehîn de qedexeya derketina derve ya 9 rojan bi ti awayî mafdar nîne û nikare bê vegotin. Ev sûcekî li dijî Destûra Bingehîn e. Hûn li hemberî kê şer dikin, hûn neçar in pê re li hev bikin."

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî xwest tavilê li muzakereye vegerin û ambargoya li ser Farqînê bê rakirin.

Parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Şenal Sarihan jî anî ziman ku dewlet zilmê li gelê xwe dike û got, "Ev gel bûyerên bi serî de hatine ji bîr nake. Li cihekî xwîn birije, wê bipijiqe her derê. Parlament hêza xwe ji kolanê werdigire. Ji bo ev şer bê sekinandin bang li parlamentê dikim ku bi awayekî aktîf bikeve nava hewldanan."

MÊRDÎN

Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Nisêbînê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Kom li ber avahiya DBP’ê kom bû û daxuyanî da. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û 5 siyasetmedarên nû ji doza xwerêveberiyan hatin berdan û gelek kes amade bûn. Komê pankarta “Ji şer re na, em destûrê nadin şer" hildan. Li ser navê girseyê Hevserokê DBP’a Nisêbînê Celal Ata diyar kir ku bi rojane li Farqînê hikûmeta AKP’ê hemû hêzên xwe li Farqînê qetlîamê pêk tîne û êrîşên li Farqîn, Cîzîrê û Nisêbînê ku tên meşandin şermezar dikin. 

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî jî, êrîşên rojên dawî yên li hemberî Farqînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin şermezarkirin. Girseya gel a li Parka Hunerê ya Ahmet Kaya civiya dirûşmên "Şehîd Namirin", "Kujer Erdogan" û "Zext nikarin bi me" qîriya.

'GELÊ KURD TI CARÎ JI RÊYA XWE VENAGERE'

Rêxistina DBP'ê ya Artûklû jî, bi armanca şermerzarkirina êrîşa polîsan û qedexeya derketina derve ya li Farqînê, li Parka Karayollari daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Kemal Gultekîn di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser rewşa awarte ya li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê û got, "Bi hezaran polîs, leşker û wesayîtên zirxî dor li Farqînê girtin e. Gelê Kurd li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê ti carî ji rêya xwe venagere."

EDENE

Şaxê ÎHD'ê yê Edeneyê li Parka Înonu daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê ÎHD'ê yê Edeneyê Îlhan Ongor daxuyanî li vir da û anî ziman ku AKP û Qesr, mirinê weke qederê li ser gelan ferz dikin û got, "Em li hemberî karesata îro li Farqînê tê kirin dengê xwe bilind bikin. Li Farqînê sivîl tên qetikirin, em bêdeng nemînin. Em xwedî li Farqînê derkevin. Farqîn bi tenê nîne." Çalakî bi qîrîna dirûşmeya "Bijî berxwedana Farqînê" bi dawî bû.

RIHA

Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê ji bo qetlîamên hêzên dewletê yên li Kurdistan û Farqînê pêk tîne şermezar bike li ber Navenda Kargeriya Ahmet Bahçivan çalakî pêk anî. Di çalakiyê de endam û rêveberên HDP, DBP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, HRU-DEMYOM amade bûn. Komê di çalakiyê de ji bo kesên hatin qetilkirin rêz girtin. Hevseroka ÎHD'ê Nalan Dûrdû li ser navê girsê daxuyanî xwend û xwest qedexekirina kolanan û kuştina sivîlan bisekine. Daxuyanî bi çalakîya rûniştinê bi dawî bû.

Di vê navberê de endamên Yekîtiya Şemîkan ku weke heyeteke çavdêr çû Farqînê, çavdêriyên xwe vegot û banga piştgiriya Farqînê kir.

RÊXISTINÊN CIWANAN DESTEK DAN FARQÎNÊ

Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ozgen Sadet diyar kir ku hewldana komkujiyê ya 9 roj in dewlet li Farqînê dike, bi komkujiya li Pirsûsê re destpê kiriye û anî ziman ku Farqîn Kobanê ye. Sadet diyar kir ku li cihê berxwedan lê hebe, berpirsyariya dîrokî ya gelan e ku li cem berxwedêran cih bigirin.

Endama Genç-Semê Melîz Ercan jî da zanîn ku ew ê destûrê nedin polîtîkaya şer a Qesrê û bang li hemû derdora kir ku destekê bidin berxwedana li Kurdistanê.

Endamê Kaldiraçê Kaan Buyukaltay jî ragihand ku êrîşên dewletê bi berxwedaneke topyekûn dikare were şikandin û bang li tevahiya civaka Tirkiyeyê kir ku li her derê li dijî êrîşan derkeve.