Dest avêtin jina astengdar

O.S. (23) ku ji mejî ve astengdar e, ji ber destavêtinê ducanî ma. O.S. niha bi 6 mehan ducanî ye. M.D. ê ku dest avêt O.S. ji aliyê polîsan ve hate berdan.

Ji ber sîstema hiqûqa Tirk ku li şûna jinên mexdûr, sûcdar û tecawizkaran diparêze, şîdet û destavêtina li jinan zêde dibe. Li taxa Gedîz a navçeya Bûca ya Îzmîrê, M.D. dest avêt O.S. a 23 salî ku ji aliyê mejî ve astengdar e.

M.D. piştî ku dest avêt O.S., gef lê xwar ku eger ji malbata xwe ya jî kesekî din re qala vê yekê bike ew ê wê bikuje.

O.S. jî ji tirsa ji kesî re qalê nekir. Piştî wextekê M.D. careke din derkete holê û tevî du kesan O.S. bi zorê bir înşaeta ku beriya niha dest avêtibû wê. M.D. vê carê jî tevî her du kesan dest avêt O.S. û vê hovîtiyê bi mehan dewam kir. O.S. ji ber destavêtinê ducanî ma. Piştî ku zikê wê mezin bû, jinbira wê pê hesiya û ew bi Nexweşxaneya Dewletê ya Seyfî Demîrsoy.

Di encama testan de eşkere bû ku O.S. bi 6 mehan ducanî ye. O.S. ji doktor û malbata xwe re qala bûyerên bi serê wê ve hatin kir û got, kesê bi navê M.D. bi mehan dest avêtiye wê. O.S. diyar kir ku ji bilî M.D. hin kesên din jî dest avêtine wê û ji ber ku jê re gotine 'em ê bombeyê biavêjin mala we' ji kesî re qalê nekiriye.

ÊRÎŞKAR DÎSA HATE BERDAN

Li ser îfadeya O.S. tecawizkar M.D. hate destgîrkirin. M.D. destpêkê sûcdarî red kir, lê piştre bi gotina 'Ne tenê ez bûm, 2 kesên din jî hene' li xwe mikur hat. M.D. ku şevekê li Qereqola Polîsan a Bûcayê hate hiştin, piştre hate berdan. Bersûcên din jî hîn nehatine girtin.

Bavê O.S. S.S li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wan giliyê tecawizkar kirine. S.S. ogt, "Keça min ji xwe ji aliyê mejî ve astengdar e, çawa ev yek lê kirine? Keça min hîn mîna zarokan e... Gelo ev qet ji Xwedê natirsin?"

'EM Ê DEST JI DOZÊ BERNEDIN'

S.S. da zanîn ku M.D. ê dest avêt keça wê li qereqolê li xwe mikur hat, lê tevî vê yekê hate berdan û got, "Li gorî tişta ku keça min got, destpêkê M.D. dst avêtiye wê. Piştre bi rêya M.D. hinekî din jî destavêtinê lê dikin." S.S. got, wê dest ji vê dozê bernede.