Dermankirina berxwedêran didome

Sewqkirin û dermankirina berxwedêrên di greva birçîbûn û rojiya mirinê dewam dikin.

Resûl Arslan ê li dijî tecrîdê li girtîgehê ketibû grevê û piştre li mala xwe ya li navçeya Gever a Colemêrgê domand, li Nexweşxaneya Dewleteê ya Geverê tê dermankirin.

Arslan ê 65 rojên grevê û şûnde rakirin nexweşxaneyê 10 kêlo li xwe kêm kir û di bin çavdêriya bijîşkan de ye. Arslan ê dema rakir nexweşxaneyê daxuyaniyek kin da, diyar kir ku wê berxwedan ji vir û şûnde dewam bike.

Arslan ê sala 2012’an bi ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, heta 3'yê  Gulanê li Girtîgehên Colemêrg, Mûş, Tekîrdag, Erdemît, Balikesîr-Bandirma, Erzirom Horasan a Tîap K dîsa li Erzirom Tîpa H maye.

LI XARPÊTÊ 150 GIRTÎ RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

150 girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Xarpêtê piştî greva birçîbûnê sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Li aliyê din Cengaver Aykûl, Metîn Serhat, Harûn Akkan, Mûsa Candemîr ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Xarpêtê koma yekem ên nêzî 160 roj bûn di grevê de piştî dawîkirina çalakiya xwe heta niha ti mudaxeleyeke tibî ji bo wan nehatiye kirin.

JI GIRTIYÊN LI TEKÎRDAGÊ NIMÛNEYÊN XWÎNÊ GIRTIN

Hate ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdagê ên di greva birçîbûn û rojya mirinê de jî sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Hate diyarkirin ku girtiyên sewqî nexweşxaneyê hatin kirin ji aliyê jendermeyan ve hatine derbkirin, piştî girtina xwînê ya ji laşên wan, li ser bedenên wan nuqteyên reş çêbûne.

Girtiyên ku agahî dan parêzerên xwe, ji bo sibe biçin nexweşxaneyê wê daxwaznameyê binivîsin. Girtiyan diyar kirin ku serûm nedane yên di koma yekem a çakakiyê de cih girtine.

Hate ragihandin ku wê sibe ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê ji bo nimûneyên xwînê bigirin wê sewqî nexweşxaneyê bikin.

LI BÛRSAYÊ JÎ GIRTÎ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ KIRIN

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrssayê jî sewqî nexweşxaneyê kirin. Destpêkê girtî bibin beşa navxweyî û piştre jî sewqî diyatestê kirin.