Girtiyan sewqî nexweşxaneyan dikin

Girtiyên ku bi grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serketin bidestxistin sewqî nexweşxaneyan dikin.

KOCAELÎ

Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze, sewqên 32 girtiyên dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûn û rojiya mirinê anîn ên nexweşxanê dewam dikin.

Malbatên ku bihîstin zarokên wan anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîh hatin ber nexweşxanê. Lê derket holê ku 19 girtî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Farabî ya Darica hatin kirin. Girtî piştî tedawiyek dem kurt, ji nexweşxanê derxistin û paşve birin Girtîgeha Tîpa M a Gebze yê.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê rewşa tenduristiya 13 girtiyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîh dibin çavderiyê tên girtin de, hevdîtin bi girtî û bijîşkan re kir.  Gergerlîoglû dûre malbat derbarê rewşa zarokên wan de agahdar kir û wiha got: “Girtî di 3 qawîşên di nexweşxanê de tên girtin. Moralê wan baş bû. Tenê  bi hal û westiya bûn. Ji ber ku tu agahî derbarê rewşa çalakiyê de negirtine, mereqdar bûn. Gotin ‘Me bi ser xist.’ Zehf keyfxweş bûn û silavên wan ji dayikan re hebûn.”

Gergerlîoglû, da zanîn ku bijîşkan ji wî re gotine heya roja Înê dê hemû girtiyan ji nexweşxanê derxînin.

Gergerlîoglû, bal kişand ser rewşa Ardil Çeşme ya di rojiya mirinê de bû jî û wiha bilêv kir: “Di dilê Çeşme de ritma dil xerab bûye. Ji ber vê heya demekê wê dibin çavdêriya bijîşkan de bimîne.”

ŞIRNEX

22 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê di dirokên cûda de dest bi greva birçîbûnê kirin û duh dawî li çalakiya xwe anîn şevê din ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê û piştî tedawiyê dîsan şandibûn girtîgehê. Agît Bîlîk ê girtî piştî ji nexweşxaneyê derket ji ber rehetsziya mîde û çav dîsan sewqî nexweşxaneyê hate kirin.

Bîlîk ji 16’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de bû.

ÊLIH

Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê tevî ku girtiyan daxwazname dan û dawî li greva birçÎbûnê anîn destûra mûdaxeleya tibî nehate dayîn û li ser nerazîbûn girtî sewqî nexweşxaneê hatin kirin.

Piştî ku parêzerên Platfroma Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û parlamenterên Partiya DemokratÎk a Gelan (HDP) Feleknas Ûça û Mehet Ruştu Tiryaki bi rêveberiya girtîgehê re civiyan destûra sewqkirina girtiyan a ji bo nexşwexaneyê hate dayîn. Ji girtiyan 3 li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê tên dermankirin.

Diyar bû wê ji bo mudaxleya tibbî 29 girtiyên din jî seqî nexweşxaneyê werin kirin.

XARPÊT

Nêzî 150 girtiyên li Girtîgehên Ewlekariya Bilind a Hejara 1 û 2 ên Xarpêtê, li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê anîn.

Parêzer û Parlementerê HDP’ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr, piştî biryara bi dawî anîna greva birçîbûnê, hevdîtîn bi midur û dozgerê girtîgehê re kirin.

Parlementer Aydemîr, diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji wan re gotine ku dê girtiyan di girtîgehê de tedawî bikin û ewê girtiyan sewqî nexweşxaneyên derve nekin.

ENQERE

Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 4 çalakger dawî li greva birçîbûnê ya ku 26’ê Çileyê destpêkirî anîn. Hate diyar kirin ku piştî jinan dawî li çalakiya xwe anîn birine kampusa girtîgehê û bêyî ku tu mudaxleya tibî bikin dîsan şandine kawûşên wan.

Ji çalakgeran Suheyla Taş di çarçoveya hevdîtina heftane ya bi malbatê re têkildarî mijarê wiha got;

“Li gel min 4 kes birin kampusa nava nexweşxaneyê de. Piştî ku tehlîlên me hatin girtin dîsan em birîn girtîgehê. Ne li nexwşexanê ne jî li girtîgehê tu mudaxleyekî tibî nehate kirin. Têkildarî tehlîlan jî piştre tu agahî nehate dayîn. Dîsan ji aliyê Midurê Girtîgeh û bijîşkê erkdar ê revîrê di mijara divê pêvajoyê wê çi were kirin agahî nehate dayîn. Me greva birçîbûnê bidawî kir lê em tiştekê nakin, sankî hê em di greva birçîbûnê de ne.”