Derket holê serkomîsera Elman a bi eslê xwe Tirk, sîxura MÎT'ê ye

Derket holê, serkomîsereke bi eslê xwe Tirk a li eyaleta Hessen a Elmanyayê wezîfeyê dike, sîxura rêxistina îstîxbaratê ya rejîma Erdogan MÎT'ê ye.

Serkomîsera polîsan, bi rêya konsolosxaneyên Tirk ên li Frankfûrt û Maînzê bi MÎT'ê re da û stand.

Karê MÎT'ê yê li Elmanyayê derket asteke nû. Rêxistina îstîxbaratê ya rejîma AKP'ê MÎT, ku li Elmanyayê bi rêya saziya diyanetê DÎTÎB, konsolosxane, şîrketên paravan û bankayên Tirkan tevneke sîxuriyê daniye, derket holê ku ketiye nava polîsên Elman jî.

Li gorî skandala ku di rojnameya "Welt am Sonntag" de hate weşandin, serkomîsera bi eslê xwe Tirk a li Eyaleta Hessenê wezîfedar e, bi ajanên MÎT'ê yên li Elmanyayê re gelekî rabûye û rûniştiye.

Têkildarî polîsa ku navê wê yê rastî nehate eşkerekirin û rojnameyê bi navê "Semra Melek" weşand, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Hessenê, di meha Kanûna par de raporeke veşartî amade kir.

Di vê rapora veşartî de, ku bi navê "lêpirsîna ewlekariyê ya hatiye berfirehkirin", bal tê kişandin ser têkiliya vê polîsa jin a Tirk a bi îstîxbarata Tirk re. Rapora navborî ya li ser vê polîsa ji Enqereyê, ji Wezareta Karên Hundir a Elman re hate şandin.

EMNIYET XWEDÎ LI POLÎSA SÎXUR DERKET!

Li ser vê yekê Midûra Emniyeta Eyaleta Hessen Sabîne Thûraû û Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Hessenê Robert Schaefer ketin dewrê û xwestin, agahiyên neyînî yên li ser polîsa bi eslê xwe Tirk, ji raporê werin derxistin.

Lê belê yekîneya ku rapor amade kir, dest ji vê polîsa Tirk berneda û raporeke din amade kir. Di encamê de polîsa sîxur ji kar hate kirin. Çavkaniyekî navê xwe eşkere nekir, ji rojnameyê re axivî û got, "Eşkere ye, ji ber ku polîs jin e cihêkariyeke erênî jê re hatiye kirin û ev yek bûye sedem ku rola wê ya rastî bê veşartin."

Serkomîsera bi eslê xwe Tirk a ku navê Semra Melek lê hate kirin, tê gotin ku li bajarên Frankfûrt û Maînzê bi wezîfedarên MÎT'ê re rûniştiye.

MÎT'Ê XWESTIBÛ BIKEVE NAVA ÎSTÎXBARATA ELMAN JÎ

Di destpêka meha Tîrmehê de hatibû eşkerekirin, ku MÎT'ê hewl daye bikeve nava Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn, ku ev rêxistin ji îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê berpirsyar e. MÎT'ê bi rêya kesên dixwestin ji bo Rêxistina Parastian Destûra Bingehîn bixebitin, hewl da bû bikeve nava îstîxbarata Elman. Saziya îstîxbaratê di dema dawî de xwestibû personelên nû tevlî xwe bike û di encama lêkolînan de hejmara zêde ya namzetên ku bi Tirkî dizanîbûn, bal dikişand.

Îstîxbarata Elman li ser dibetiya pêwendiya van kesan bi MÎT'ê re, serlêdan red kiribû. MÎT'ê berê jî gelek caran hewl da bû bi rêya wergêran tevlî îstîxbarat û polîsên Elman bibe. Gelek wergêr hatibûn kişfkirin û ji wezîfeyê hatibûn kirin.