Derbarê parlementerên HDP’ê 77 fezlekeyên nû
Rejîma AKP’ê 77 jê derbarê parlementerên HDP’ê, bi giştî ji bo 43 parlementeran 83 fezleke şand ji meclîsê re.
Rejîma AKP’ê 77 jê derbarê parlementerên HDP’ê, bi giştî ji bo 43 parlementeran 83 fezleke şand ji meclîsê re.
Derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî, Pervîn Bûldan û derbarê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî fezleke hatin amadekirin.
Derbarê 43 parlementeran bi giştî 83 fezleke hatine amadekirin û ev fezleke ji Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê re hate şandin. Ev fezleke beriya hilbijartinê ji meclîsê re hatin şandin.
Derbarê Omer Ocalan 3, Huseyîn Kaçmaz 1, Mehmet Ruştu Tîryakî 2, Mûsa Farisogûllari 5, Mûrat Sarisaç 1, Mensûr Işik 1, Mahmût Togrûl 2, Nûran Îmîr 1, Tayîp Temel 1, Tûma Çelîk 2, Semra Guzel 5, Abdûllah Koç 1, Berdan Ozturk 5, Salîha Aydenîz 5, Ayşe Acar Başaran 4, Saît Dede 2, Şevîn Coşkûn 1, Ayşe Surucu 4, Remziye Tosûn 5, Feleknas Ûca 1, Îmam Taşçier 2, Dêrsim Dag 5, Meral Daniş Beştaş 1, Pero Dundar 1, Erdal Aydemîr 2, Pervîn Bûldan 2, Kemal Bulbul 1, Sezaî Temellî 1, Gulistan Kiliç Koçyîgît 1, Serpîl Kemalbay 1, Selçûk Mizrakli 2, Bedîa Ozgokçe Ertan 1, Ebrû Gunay 1,Huda Kaya 1, Fatma Kûrtûlan 1, Dîlan Dîrayet Taşdemîr 1, Nûsrettîn Maçîn 1 fezleke hatin amadekirin.
Derbarê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû 1, Mûrat Bakan 1 û Kamîl Okyay 1 fezleke hatin amadekirin.
Derbarê parlementerê TÎP’ê Bariş Atay 1 fezleke hate amadekirin ji bo rakirina destnelêdana parlementerê Stenbolê yê AKP’ê Hûlûsî Şenturk jî fezlekeyek hate amadekirin.