Der Spîegelê bal kişand ser dema operasyona li dijî HDP'ê

Di nûçeya kovara Der Spîegelê de ya bi îmzeya Anna-Sophîe Schneîder hate weşandin, işaret bi dem û armanca operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê hate kirin.

Di nûçeyê de xwepêşandanên sala 2014'an ên ji bo piştgiriya berxwedana li dijî helwesta Tirkiyeyê hate bibîrxistin, ku di dema êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê hatin lidarxistin. Hate bibîrxistin ku wê demê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku têkildarî bûyerên qewimîn Hevserokên HDP'ê yên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag salên 2016 û 2017'an hatin girtin û niha jî 82 rêveberên HDP'ê bêyî ku sûcdariyeke şênber li wan bê kirin, tên girtin. Di nûçeyê de hate gotin ku Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê demekê diçû hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nava kesên hatine girtin de hene.

SERDOZGERÊ KU ROJA ZEWICÎ YEKSER ÇÛ QESRÊ

Nuqteyeke din ku Spîegel Onlîne li ser disekine ew e ku Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman roja ku zewicî tevî hevsera xwe yekser çû Qesrê û serdana Recep Tayyîp Erdogan kir. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Kocaman ê mohra wî li binê operasyonên li dijî HDP'ê ye, bi diyariyan serdana Qesrê kir û ev yek jî bû sedema rexneyan.

TOLA HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Di nûçeyê de nêrîna ji rêveberên HDP'ê Azad Bariş û rojnamevanê Tirk Mûrat Yetkîn ên li ser sedemên operasyonê hatin parvekirin. Azad Bariş diyar kir ku operasyon ji bo tepisandin û parçekirina muxalefetê ye û destnîşan kir ku ti pêwendiya girtinan bi xwepêşandanên ji bo piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re nîne.

Bariş bi bîr xist ku di hilbijartinên xwecihî de Stenbol û Enqere jî di nav de gelek bajarên mezin bi piştgiriya hilbijêrên HDP'ê ji destê AKP'ê hatin derxistin û AKP jî tola vê yekê hiltîne.

Mûrat Yetkîn jî diyar kir ku Erdogan ji bo dengê hilbijêrên neteweperest werbigire bi ser HDP'ê ve diçe.