Denîz,Huseyîn û Yûsûf hatin bibîranîn

Li gelek bajar û navendan Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan di 46’emîn salvegera darvekirinê de, bi merasîman hatin bibîranîn.

Rêveber û nûnerên rexistinên civakî û sosyalîst, di 46'emîn salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan ên di 6'ê Gulana 1972'an de hatin darvekirin, li ser gora wan a Enqereyê û gelek bajaren din, bernameyên bîranînê pêk anîn. Seroka  Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, di bîranîna li ser gora wan a Enqereyê de diyar kir ku Denîz, Yûsûf û Huseyîn 46 sal in li dijî emperyalizmê bûne alaya têkoşîna sosyalîzmê."

Pêşengên tevgera 68'an Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ên di 6'ê Gulana 1972'an de li Enqereyê hatin darvekirin, di serî li ser gorên wan ên Enqere û gelek bajarên din hatin bibîranîn. Di bîranînan de Seroka EMEP'ê Selma Gurkan, Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî tev li bernameyên bîranînê bûn.

Seroka  Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî, di bîranîna li ser gora wan a Enqereyê de diyar kir ku Denîz, Yûsûf û Huseyîn 46 sal in li dijî emperyalizmê bûne ala têkoşîna sosyalîzmê. Ew 46 sal in li dijî emperyalizmê bûn ala aştî, serxwebûn û sosyalîzmê." Piştî axaftinê qurnefil danîn ser gora wan û belav bû.

STENBOL

Komeleya Ciwanên Şoreşger, Ciwanên EHP'ê, Muxalefeta Ciwanan, Komîteya Ciwanan, bi heman armancê li Stata Arena ya Vodafonê kom bûn û heta 6’emîn Filoya DYA'yê meşiyan. Ciwanan di çalakiyê de pankarta “Ji 68’an heta îro tekoşîn" vekirin û meşiyan. Ciwanan dîsa wêneyên Gezmîş, Aslan û Înan hildan. Bê navber dirûşmeyên “Mahîr, Huseyîn, Ûlaş heta rizgariyê şer bikin", “Soza me ya Denîzan Wê berdewam bike" û “Bijî şoreş bijî sosyalîzm" berz kirin.