Demîrtaş û Yuksekdag nameya 'Sûr'ê ji saziyên navneteweyî re şandin

Di nameyê de hat gotin, "Em bang li hemû sazî û platformên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî dikin, ku bi awayekî vekirî li dijî krîza însanî û siyasî ya li Sûrê derkevin û piştgiriyê bidin gelê Sûrê."

HDP'ê ji ber xeteriya rûdana komkujiyekê li Sûrê, ji saziyên navneteweyî yên weke Neteweyên Yekbûyî (NY), Parlamenta Ewropayê (PE) û Konseya Ewropayê (KE) re şand. Di nameya bi îmzeya hevserokan de hat gotin, "Em bang li hemû sazî û platformên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî dikin, ku bi awayekî vekirî li dijî krîza însanî û siyasî ya li Sûrê derkevin û piştgiriyê bidin gelê Sûrê."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji Sekreteriya Giştî ya NY, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY û saziyên ser bi NY; ji hemû parlamenter û serokatiya Parlamenta Ewropayê; ji Sekreteriya Giştî ay Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê, ji sefîrên bilind û partiyên siyasî yên li derveyî welat re nameyek ji bo Sûrê şandin.

'DORPÊÇÎ 91 ROJ IN DEWAM DIKE; 24 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN'

Di nameya bi îmzeya Demîrtaş û Yuksekdag û bi biryara Desteya Rêveberiya Navendî hat şandin de wiha hat gotin:

"Di qedexeyên derketina derve yên heta roja îro 58 caran li dehan taxên 21 navçeyên bajarên Kurdan hatin ragihandin de, li gorî nasnameyên hatine tespîtkirin 290 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Li navçeya Amed Sûrê ku derketina derve lê qedexe ye û hatiye dorpêçkirin, ev rewş ev 91 roj in dewam dike. Tevî ku ti sparteyeke xwe ya qanûnî û destûra bingehîn nîne jî Walîtiya Amedê di 2'ê Kanûna 2015'an de derketina derve qedexe kir û ji wê rojê heta îro, li gorî nasnameyên hatine tespîtkirin 24 kesan jiyaan xwe ji dest dane.

Navçeya Sûrê ji aliyê wateya çandî, civakî, aborî û dîrokî ve dilê Amedê ye. Qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê hatiye ragihandin, veguheriye dorpêçiyeke leşkerî. Qedexeya derketina derve, li mafên bingehîn, mafê jiyanê, tenduristiyê, perwerdeyê, gerê yên di destûra bingehîn de hatine destnîşankirin, nayê. Di nava rewşeke ku jiyana aborî, civakî û çandî lê sekiniye, elektrîk û av lê nîne, dermanfiroş û firin lê girtîne de, zarok, jin û extiyar yek bi yek li pêş çavên cîhanê jiyana xwe ji dest didin. Di vê dorpêçiya ji aliyê leşker, polîs û hin hêzên paramîlîter ve tê meşandin de, cih û warên pîroz ên ku weke mîrateya bawerî û çandî ya mirovahiyê hatine qebûlkirin, wêran bûne. Sûrên Amedê ya li navçeya Sûrê, ku di nava mîrateyên çandî yên UNESCO de cih digirin, bi derbên tank û topan xera dibin. Li nava Sûrê Mizgefta Kûrşûnlû ya 500 salî, Mizgefta Hasirli, Dêra Saînt Mary a 1700 salî, Dêra Gîregos, dêrên Protestan zerar dîtine û bûne ku nema bên bikaranîn. Ev bi tenê çend ji wan berhemên dîrokî yên xisar dîtine.

'JI JÊRZEMÎNÊN WEHŞETÊ 178 CENAZE HATIN DERXISTIN'

Li Cizîra ku hînê dorpêçî lê heye, bi tenê ji 'Jêrzemînên Wehşetê' heta roja îro 178 cenaze hatin derxistin. Malbatên çûn otopsiyê dibêjin temamiya cenazeyan nayên naskirin. Cenazeyên hatine şewitandin hemû li bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatine belavkirin. Ev yek ji bo malbatên diçin otopsiyê, bûye îşkence.

Ji bo li Sûrê jî heman hovîtî rû nede, em dibêjin divê derhal dorpêçî were rakirin. Komkujiya Cizîrê yek ji komkujiyên herî bêrehm ên dîroka mirovahiyê ye li pêş çavên mirovahiyê rû da. Ji bo ev komkujî li Sûrê dubare nebe, pêwîste dorpêçî bi lezgînî were rakirin. Divê dorpêçiya leşkerî bê rakirin û mirovên jiyana wan di xeteriyê de ne bi awayekî ewle werin derxistin.

Bûyerên li Sûrê diqewimin û yên biqewimin, tevahiya malbata mirovahiyê eleqedar dikin. Ji bo li Tirkiye û li herêmê aramî bi cih were, girîng e aktorên siyasî Yên navneteweyî û raya giştî bi baldarî û berpirsyarî tevbigerin.

'PÊWÎSTIYEKE LEZGÎN E; PIŞTGIRIYÊ BIDIN GELÊ SÛRÊ'

Li pêşberî rewşa li Tirkiyeyê, nîşandana helwestek li gorî azadî, aştî û demokrasiyê, êdî veguheriye pêwîstiyeke lezgîn.

Em bang li hemû sazî û platformên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî dikin, ku bi awayekî vekirî li dijî krîza însanî û siyasî ya li Sûrê derkevin û piştgiriyê bidin gelê Sûrê."