Demîrtaş serî li Rêveberiya Mezin a DMME'yê da
Selahattîn Demîrtaş biryara ku DMME'yê li ser dayî û xalên dijber ên biryarê ku serbestberdana wî jî di nav xwe ve de vedihewîne bire Rêveberiya Mezin a DMME'yê.
Selahattîn Demîrtaş biryara ku DMME'yê li ser dayî û xalên dijber ên biryarê ku serbestberdana wî jî di nav xwe ve de vedihewîne bire Rêveberiya Mezin a DMME'yê.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê rehîn Selahattîn Demîrtaş, biryara DMME'yê ya 20'ê Mijdara 2018'an a derbarê wî û xalên dijber ya biryarê ku serbestberdana wî jî di nav xwe de vedihewîne bire Rêveberiya Mezin a DMME'yê. Demîrtaş, di serlêdanê de ya ku bi rêya parêzerên xwe kirî, hem xest ku dîsa li xalên dijber binerin û hem jî xwest ku têkilî ku Tirkiye biryarê bi cih bîne, hikim bide.
Parêzerên Demîrtaş têkilî serlêdanê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
''Weke ku tê zanîn, Rêveberiya 2'yan a DMME'yê, di biryarê de ya li ser serlêdana Selahattîn Demîrtaş, biryar li ser dabû ku biryara girtinê ya derheqê kesê serlêdan kirî, li gel 5(3) ya Peymana Mafê Miorvan a Ewropayê, xala 18'an û xala 3'an a Protokola 1'ê hatiye binpêkirin.
DMME'yê piştî ku biryara derbarê Demîrtaş li hiqûqa navxwe nayê bicihanîn, bi îdîya têkilî şîrovekrina Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û bicihanîna wê bi kêmanî 5 pirsgirêkên sereke yên giran û giştî bi xwe re anîne, bi daxwaza ku Rêveberiya Mezin li biryarê binere, 19'ê Sibata 2019'an serî li Rêveberiya Mezin daye.''
Di daxuyaniyê de xalên daxwaznameyê hatin destnîşankirin, ku daxwazname ji hêla Profesero Dr. Başak Çali û Dr. Kerem Altiparmak ve hatiye hazirkirin.
Parêzeran gotin heke panêla ku salê 6-7 caran dicive biryareke erênî bide, doz li Rêveberiya Mezin wê dîsa were nirxandin û diyar kirin hem Demîrtaş û hem jî Hikûmetê xwest ku doz li Rêveberiya Mezin were dîtin û gotin, berevajî daxuyaniyên li jorê, di daxwaznameya Hikûmetê de hatiye xwestin biryara binpêkirinê careke dî were nirxandin.
Parêzeran her wiha diyar kirin heke biryareke neyênî were standin, ev biryar ji hêla hiqûqa Hevpeymanê ve wê teqez bibe û ji bo bicihanîna wê were şopandin, wê biçe Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê.