Demîrtaş: Pêwîst e her kes xwedî li bexwedana Farqînê derkeve

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş diyar kir ku berxwedana gelê Farqînê “Berxwedana diyarkirina statuya gelê Kurd e” û got; “Pêwîst e her kes vê berxwedanê bi vî awayî bibîne û xwedî lê derkeve.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş diyar kir ku berxwedana gelê Farqînê, “Berxwedana diyarkirina statuya gelê Kurd e” û got; “Pêwîst e her kes vê berxwedanê bi vî awayî bibîne û xwedî lê derkeve.”

Demîrtaş anî ziman ku wek HDP xwedî li berxwedana gelê Farqînê derdikevin û got, “Heta dawiyê em amade ne li rex gelê xwe li ber xwe bidin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Med Nûçe de bersiv da pirsên têkildarî Farqînê.

Demîrtaş diyar kir ku ji sê taxên ku di bin dorpêçê de ne agahiyeke bi tendirustî nikarin bigirin û got, “Lê tê fêmkirin ku hewahî û bejahî bombardûmanek giran tê kirin.”

Demîrtaş anî ziman ku li Farqînê êrîşên herî giran rû didin û wiha axivî; tê zanîn ku bi helîkopteran êrîş tên kirin. Ji operasyonek polîsan wêdetir şerekî bajêr ê artêş jî tevlî bûye rû dide. Li holê li ser esasê ‘avakirina nîzama gelemperiyê’ operasyoneke polîsan nîne. Şerekî bajêr ê artêş jî tevlî bûye heye. Hêzên bejahî di ketina mijara navçe yê de bi teredût bûn. Li girên hakim ên navçeyê bi cih bibûn. Lê îro polîs û leşker bi hev re operasyonê pêk tînin.

LI FARQÎNÊ BERXWEDANEKE GEL HEYE

Demîrtaş bi bîr xist ku AKP piştî 1’ê Mijdarê peyama ku kirina şer dabû û bal kişand ser berxwedana ku li Farqînê rû dide Demîrtaş têkildarî mijarê wiha got, “Berxwedan ji pir bi heybet û watedar e. Li  holê li hemberî şerê ku dewlet bihêz û derfetên xwe yên mezin pêk tîne, berxwedaneke muezem heye. Pêwîst e xwedî li vê berxwedana mezin a gel bê derketin. Divê neyê jibîrkirin ku berxwedan ji êrîşan hê bi heybetir e.”

Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir, “Farqîn têkildarî mijareke lokal berxwedanê nîşan nade. Têkildarî pêşeroja azad a gelê Kurd sekin û berxwedanekê nîşan dide. Pêwîste her kes vê berxwedanê bibîne û xwedî lê derkeve.”

Demîrtaş anî ziman ku qedera Rojava girêdayî statuya gelê Kurd ê li Tirkiyeyê ye wiha dewam kir: “Pêwîst e mirov israra gelekî ya di jiyana azad û daxwaza statuyê bibîne. Sedema ku AKP evqas bêrehm e jî ev israra gelê Kurd e.”

Demîrtaş ku got ,“Li Farqînê pirsgirêkeke terorê nîne” anî ziman gelekî ku xwedî li pêşeroja xwe derdikeve wek teorîst hatiye îlankirin wiha dewam kir “Ê serî li terorê dide bi esasî AKP e.”

‘EM AMADE NE KU HETA DAWIYÊ BI GELÊ XWE RE LI BER XWE BIDIN’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş diyar kir ku li gel berxwedana gelê Farqînê ne û wiha got: “Em amade ne ku heta dawiyê bi gelê xwe re li ber xwe bidin.”

Demîrtaş ji AKP’ê re got, “Mejiyê xwe bixe serê xwe” û wiha axivî: “Eger hûn li hember daxwaza statuyê ya gelekî bi tank û topan êrîş bikin, hûn ê nikaribin ti serketinê bi dest bixin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku xwerêveberî mafek e û wiha berdewam kir: “Wê gelê Kurd gavê paş de navêje. Eger yek derdikeve û xwe serok îlan dike, dibêje min ‘rejîm guhert’, daxwaza bi milyonan mirovan wek terorîzmê nayê nirxandin. Gelê Farqînê li îradeya xwe xwedî derdikeve. HDP’e li mafê gel ê xwerêveberî û xweseriyê xwedî derdikeve. Ev daxwaz di bernameya partiya me de cih digire. Partiya me li gel berxwedana gelê Kurd e.”

PÊWÎST E LI HEMBER ENIYA ŞER BLOKEK BÊ AVAKIRIN

Demîrtaş bal kişand ser girîngiya li hember eniya şer avakirina blokekê, anî ziman ku divê CHP’ê di serî de li hember daxwazên gelê Kurd helwesta xwe zelal bike. Demîrtaş ragihand ku di rojên pêş de bi serokên partiyên siyasî re ji bo eniyek demokrasiyê ava bikin wê werin cem hev.