Demîrtaş: Faşîzm wê were hûrhûrekirin!
Demîrtaş ji Nobeta Wijdan û Dadmendiyê re nameyek şand û got, ‘’ne dema tirsê ye, dema wêrekî û rabûnê ye.’’
Demîrtaş ji Nobeta Wijdan û Dadmendiyê re nameyek şand û got, ‘’ne dema tirsê ye, dema wêrekî û rabûnê ye.’’
Di nobeta îro ya Wijdan û Dadmendiyê de, ya li Parka Yogurtçu a Kadikoy Stenbolê nameya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hate xwendin.
Name ji hêla Alîkarê Hevserokê HDP’ê Nadir Yildirim ve hate xwendin. Nameya Demîrtaş wiha ye:
‘Hevalên min ên ezîz ên têkoşînê û dostên hêja;
Di serdemeke wiha de ku zextên giran ên faşîzmê û kirinên derî aqil bê navber didomin, ez çalakiya we ya ‘Wijdan û Dadmendiyê pîroz dikim, serkeftinê dixwazim.’’
Faşîzm beriya her tiştî hewceyiyê pê dibîne ku tirsê li ser civakê serwer bike. Ji bo vê jî bêyî ku têkoşîna îdeolojîk a li dijî faşîzmê tine were hesibandin, hewcehiyeke lezgîn e ku mirov wêrekiyê bide pêş. Em, li hundir û derve bi zanîna ku jehrkujiya faşîzmê wêrekî ye divê em li ber xwe bidin. Bêyî ku em li biçûktî, mezintî, girsebûn û şexsîbûna çalaiyê binerin divê berxwedan bê navber were domdarkirin.
BANGA HEVGIRTINÊ
Ez bang li hemû beşên civakî dikim ku li pişt vê çalakiyê bisekinin ku HDP’ê daye destpêkirin û li dijî faşîzmê wêrekî û têkoşîn daye ber xwe. AKP bi alîkariya rêveberî, daraza, zagonçêkiriyê û burokrasiyê, ji bilî alîgirên xwe yên ku bi rantê têne xwedîkirin, bi ser hemû beşên civakê de êrîşeke dijhiqûqî didomîne. Çi kesê ku rajêrî bloka faşîst a AKP-MHP’ê nebe di hedefa van êrîşan de ye. Ji bo vê jî eniya berxwedanê ya dij faşîzmê jî divê hemû mexdûran vehewîne û bike yek.
FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê TIRKIYÊ BER BI DABEŞKIRINÊ VE DIBE
Em serdema herî krtîtîk a Tirkiyê dijîn. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê ji bo berjewendiya berteng a îdolojîk û lîderên xwe Tirkiyê davêjin nav xeleka êgir. Ev bloka faşîst civaka Tirkiyê ku jixwe yekîtiya xwe baş pêk neaniye zêdetir dabeş dike, ji hev dixe. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê ku bi gotinên ‘man û nemana dewletê di talokeyê de’ û ‘welat dabeş’ dibe ji civakê destekê dixwazin gav bi gav Tirkiyê ber bi dabeşbûnê ve dibin. Talokeyên ku li hundir û li derve Tirkiyê weke axtapotekî dipêçe zêdetir dibin. A ku van talokeyan derdixîne holê jî polîtîkayên şaş ên bloka faşîst a AKP-MHP’ê ye.
TEKANE RÊ DEMOKRASIYA XURT E
Hilbijêrên AKP û MHP’ê jî bêyî ku hay jê hebin û bixwazin bi dengên xwe welat anîne ber devê parçebûnê. Ji vê saetê û şûn ve tekane rêya ku Tirkiye ji taloke û gefan were parastin ew e ku li dora têkoşîna demokrasiyeke xurt werin cem hev. Ne pêkan e ku bloka faşîst li ser rêgezên demokrasiyê li hev bike û ev li dijî sirûşta wê ye. Lê hilbijêrên AKP û MHP’ê jî divê şaşîtiyên partiya ku destekê didinê bibînin, di bloka demokrasiyê de cih bigirin û ji bo siberoja Tirkiyê xilas bikin divê desteka xwe bidin.’’
A ku wê Tirkiyê bi hev ve girêbide ne Kurdbûn an jî Tirkbûna me ye; ne Elewîtî û Sinnîtiya me ye; ne rastgirî an jî çepgiriya me ye. Tenê demokrasiyeke xurt ku bikaribe dadmendî, azadî û aştiyê pêk bîne dikare me li cem hev bigire.
HDP ispat kiriye ku ew parçeyek ji demokrasiya xurt e ya ku wê li Tirkiyê were avakirin. Ji bo vê jî êrîşên sîstematîk ên bi ser HDP’ê de û operasyonên tasfiyekirinê yên li ser HDP’ê ne tenê HDP’ê siberoja demokratîk a Tirkiyê ji xwe re dikine hedef. Xwedîderketina li HDP’ê ne xwedîderketina li partiyeke siyasî xwedîderketina li demokrasiyê û jiyana hevpar e.
Civaka Tirkiyê bi naskirina hemû bawerî û nasnameya li nav xwe, bi hurmetgirtinê û qebûlkirina wekheviyê dikare ji van rojên dijwar derkeve. Heke em li dijî faşîzmê bloka demokrasiyê ava nekin, wê berdêlên girantir bi civakê bidin jiyîn. Divê em xalên hevpar bidin pêş û hêsan bikin ku em bikarin li rex hev bimeşin.
Em HDP ne alîgirê dabeşbûnê lê alîgirê bihevrebûnê ne. Ne alîgirê tundiyê alîgirên têkoşîneke aştîxwaz û meşrû ne. Em ne alîgirê yekrengiyê lê pirengiyê ne. Em ne alîgirê dîndariya îdeolojîk lê alîgirê laîktiyê ne. Em ne alîgirê yek zilamî lê piranîparêziyê ne. Em ne alîgirê nîjatperestî lê alîgirê welatîbûna wekhev in. Em ne alîgirê çewisandinê ne, alîgirê çewisandiyan in.
JI BO TÊKOŞÎNÊ BANG DIKIM
Ji bo em Tirkiyeyê weke welatê xwe yê hevpar biparêzin û bikin giraveke aştiyê ya ku em bi hev re bi dilrehetî lê bijîn; em bi biryar in ku li gorî pîvanên xwe bi her kesî re bicivin û bi hev re têbikoşin. Nêrîna me ya siyasî, nasnameya me ya etnîkî û baweriya me çi dibe bila bibe, bang li hemû welatiyên me dikim, bang li her xwişk û birayên me dikim, ku ji bo paşeroja hevpar a Tirkiyeyê li dijî faşîzmê li hev bicivin û têbikoşin.Erdogan û Bahçelî bidin ser hev, ev nayê wateya temamiya Tirkiyeyê.
Li Tirkiyeyê em jî hene. Em, yên ku hewl didin me tine bikin û tine dihesibînin, di nava şerm û tenêtiya wan de dihêlin. Em hemû Tirkiye dest bidin hev û paşeroja xwe bi dest bixin.Rojên heyî bêguman wê bibihurin. Li pêşberî têkoşîna me ku roj bi roj mezin dibe, faşîzm û bloka faşîst wê ji hev bikeve, wê were hûrhûrekirin. Yên bi ser bikevin wê alîgirê aştî û demokrasiyê bin, wê temamiya Tirkiye be.
Bi vê bîr û baweriyê, ji girtîgeha Edîrneyê ji dil ve silavên xwe li tevahiya Tirkiyeyê dikim û dibêjim, dem ne dema tirsê ye, dem dema wêrekî û rabûna ser piyan e. Em ê teqez bi ser bikevin.
Selahattîn Demîrtaş
Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê"
#Demirtaş'ın Vicdan ve Adalet Nöbetine gönderdiği mesaj, Eşbaşkan Yardımcımız Nadir Yıldırım tarafından okunuyor. https://t.co/0Xs1VbuSWW
— HDP (@HDPgenelmerkezi) 6. August 2017