Demîrtaş: Ev pirsgirêk, pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye

Demîrtaş: Ev pirsgirêk, pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye û got, „Eger hûn mafên Kurdan ên we bi zorê ji wan stendin rastî wan bikin, ev pirsgirêkê çareser bibe.“

Di çarçoveya gera Botanê ya BDP û KCD’ê de, Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re çûn Şirnexê. Li dû navçeyên Hezex, Sîlopiya û Cizîra Botan, heyeta BDP’ê îro danê sibê ket ser rêya Şirnexê. Heyet li Bajarokê Qesrîkê ji aliyê karwaneke ji sedan wesaîtî ve hat pêşwazîkirin û li navenda bajarê Şirnexê bi pêwendiyeke mezin hat pêşwazîkirin. Heyeta BDP’ê ji vê derê çû Salona Konferansê ya Şaredariya Şirnexê û bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rîspiyên ji gund, bajarok, navçe û bajarê Şirnexê civînek pêk anî. Di civînê de ji eşîrên mezin ên herêma Botanê Jîrkî, Mamxuran, Guyî, Gewdan, Tatar, Tayan, Keçan û Batuyan, pêşengên wan amade bûn.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir, ku ji bo serketina pêvajoyê nêrîn û piştgiriya gel gelekî girîng e û destnîşan kir, ku di vê mijarê de berpirsyariya hemû civakê heye.

Demîrtaş diyar kir, ku ev pêvajo ne pêvajoya BDP yan jî AKP’ê ye û weha peyivî: „Ev yek ne pêvajoyeke ku malî herdu partiyan bê kirin e. Pêvajoyeke ku hemû civaka Tirkiyê eleqedar dike, pêvajoyeke ku pêwendiya xwe bi hemû gelê Kurdistanê yê li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistan heye. Pêwistiya herkesî bi piştgiriya we ya li vê pêvajoyê heye. Bi taybetî piştgiriya gelên me yên nêzî sînor, ji bo serketina pêvajoyê gelekî girîng e.“

„JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ LI KURDAN BÊ GUHDARÎKIRIN“

Demîrtaş da xuyakirin, ku wan bi salan aniye ziman ku ev pirsgirêk bi çekê çareser nabe û destnîşan kirin, ku eger mafên talankirî yên Kurdan bi rêya diyalogê bê dayîn, wê ev pirsgirêk bêyî rijandina xwînê çareser bibe.

Demîrtaş rexne li MHP û CHP yên li dijî pêvajoyê derdikevin kir û got, „Ev pirsgirêk pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye. Eger hûn mafên Kurdan ên we bi zorê ji dest girtine bidin wan, dê pirsgirêk çareser bibe. Bi salan me gotin bi çekan bi kuştina mirovan hûn nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber ku dewlet hatiye ser vê gotinê em kêfxweş in. Kurd ne evîndarê çekê ye, bi tenê dixwaze li ser axa xwe li welatê xwe, weke xwe bijî. Xwedê ew çawa çê kirine, dixwazin bi wî rengî bijîn.“

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku eger rêya çareseriyê ya bi axaftinê heye, divê em bi hev re vê firsendê baş bikar bînin.

Demîrtaş destnîşan kir, ku pêwîste li mirovên vê pirsgirêkê dijîn bê guhdarîkirin û got, „Eger navê wê pirsgirêka Kurd e, hingî Kurd di vê der heqê de çi dibêje? Divê hûn guh bidin Kurdan. Lazime birêz Serokwezîr jî li Kurdan guhdarî bike. Kurd çi dibêje, çi dixwaze? Naxwe, eger tu di bin navê çareseriya pirsgirêka Kurd de biçe li CHP û MHP’ê guhdarî bike, tu nikare çareser bike. Ji ber ku mejiyê ev pirsgirêk afirandiye CHP û MHP ye. Tevahiya gelê Kurd mûxatab û aliyê çareseriya vê pirsgirêkê ye.“

Li dû axaftina Demîrtaş, civînê li çapemeniyê girtî dewam kir.

Piştî civînê, heyeta BDP’ê çû serdana malbatên Caner û Taşar ku bi salane ji bo AKP’ê li navenda Şirnexê dixebitin. Bi serdana BDP’ê re herdu malbat tevlî BDP’ê bûn. Heyet danûsandinên xwe dewam dike.