Demîrtaş: Divê agirbesta dualî bê ragihandin, muzakere destpê bike

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ji rojnamevanan re axivî û got, "Karê destpêkê yê Serokkomar û hikûmet divê bike, vekirina rêyê diyalogê, vegera li muzakereyê û ragihandina agirbesta dualî ye."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li ber avahiya navenda giştî ya partiyê beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî, bersiv da pirsên rojnamevanan.

Demîrtaş ji bo pirsa li ser nîqaşên koalîsyonê de got, "Divê Serokkomar di vê rewşê de partiya duyemîn a di hilbijartinê de bi ser ket CHP'ê wezîfedar bike. CHP qebûl bike yan neke. Ew biryara wan e."

Demîrtaş da xuyakirin ku di hilbijartineke pêşwext de girîng e encameke pêşî li Tirkiyeyê veke derkeve holê û got, "Bêguman wê ev rojên darbeyê jî biqedin."

Demîrtaş anî ziman ku ew ê di nava organên erkdar ên partiya xwe de nîqaş bikin ku di hikûmeteke hilbijartinê ya gengaz de cih bigire yan na û got, "Heta roja îro me xwe ji ti berpirsyariyê venegirt, ji niha û pê ev jî em ê xwe venegirin. Lê belê em ê vê yekê di nava organên xwe yên pêwendîdar de nîqaş bikin."

Ji bo pirsa "Eger CHP wezîfeya avakirina hikûmetê werbigire, wê HDP çi bike?" Demîrtaş ev bersiv da: "CHP eger wezîfeyê werbigire wê partiyan ziyaret bike. Em ê jî bi kêfxweşî bi CHP'ê re hevdîtinê bikin û binirxînin."

'DIVÊ AGIRBESTA DUALÎ BÊ ÎLANKIRIN'

Der barê bûyer û qewimînên li herêmê de Demîrtaş wiha axivî: "Ne pêkane ku ti pirsgirêkek Tirkiyeyê bi çekê were çareserkirin. Helwesta me ya ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bi muzakere, diyalog û rêbazên aştiyane, dewam dike. Karê destpêkê yê Serokkomar û hikûmet divê bike, vekirina rêyê diyalogê, vegera li muzakereyê û ragihandina agirbesta dualî ye. Divê ji çiyê û bajaran çek vekişin. Gava piştre jî vegere li muzakereyê ye. Karê lezgîn ê Tirkiyeyê aştî ye. Di merasîmên cenazeyan de em dibînin, malbatên leşkeran jî aştiyê dixwazin."

'LI SILOPIYAYÊ BI TANKAN OPERASYON TÊ KIRIN'

Demîrtaş anî ziman ku ji Silopiyayê agahî tên ku bi çekên giran û tankan operasyon tê kirin û destnîşan kir ku bi van polîtîkayên ewlekarîparêziyê re nepêkane aştî bê.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş ji bo pirsa li ser îlanên xwerêveberiyê got, "Nêrîna; xurtkirina rêveberiyên herêmî û tevlîbûna gel li rêveberiyên herêmî, di bernameya partiya me de heye. Çawa ku hinek sîstema serokatiyê nîqaş dikin, em jî dixwazin modela xweseriya demokratîk nîqaş bikin. Em destekê didin însiyatîfa gel, destekê didin rêvebirina xwe bi xwe, lê belê divê nekevin xefikan."

'EM SÎSTEMA SEROKATIYÊ DI HILBIJARTINÊN GIŞTÎ DE JI GEL BIPIRSIN'

Demîrtaş daxuyaniya Erdogan a 'Li Tirkiyeyê sîstema rêveberiyê guheriye' nirxand û got, "Di hilbijartinên giştî de em dikarin pûsûlaya referandûmê jî deynin pêşiya hilbijêran. Em dikarin bipirsin, 'Hûn sîstema serokatiyê dixwazin an na?' Bi vî rengî wê dawî li vê nîqaşê bê. Bi gotinên 'bû, qediya' re sîstem nayê guhertin. Eger ji xwe bawer dikin bila werin em di hilbijartinên giştî de ji gel bipirsin."