Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bang li dengdêrên li derveyî welat kir ku bi rengekî çalak tevlî hilbijartinên 24'ê Hezîranê bibin.
Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê ku lê dîl tê girtin, bi rêya ANF'ê peyamek ji dengdêrên li derveyî welat re şand. Peyama Demîrtaş wiha ye:
"Beriya her tiştî ji dil û can silavên xwe ji gelê me yê li derveyî welat re dişînim. Gelê me yê li dîasporayê beşeke girîng a têkoşîna azadiyê ye û gelekî fedakar e.
Di dema hilbijartinê de jî rol û mîsyoneke girîng dikeve ser milê gelê me yê li derveyî welat. Birêvebirina kampanya hilbijartinê ne tenê karê ji bo birina hilbijêran a li ser sindoqê ye. Kampanya hilbijartinê her wiha karekî xurt ê rêxistinî, propaganda û dîplomasiyê ye. Geşkirina karê hilbijartinê wê piştgirî, hevgirtî û xwedîderketina li hev a gelê me yê li derveyî welat xurtir bike.
Dengên ji derveyî welat bên, di vê hilbijartinê de ji bo me pir pir krîtîk in. Kadroyên me yên ku wê karê hilbijartinê bikin, ji bo têkbirina faşîzma li Tirkiyeyê û pêşîvekirina li demokratîkbûnê firsendên dîrokî pêşkêş dikin. Ev firsend û derfet divê baş werin bikaranîn. Girîng e kadroyên me bi dil û can, li her cihî ji bo dengekî bi tenê jî li erdê nemîne û dengdêran bibin ser sindoqan, sindoqan ewle bikin.
Gelê me yê welatparêz û hêzên demokrasiyê, heta 7'ê Hezîranê dema dengdanê, divê amadekariya xwe li gorî vê yekê bikin. Ji bo destekê bidin hevalên me yên li çar aliyên welêt bi lehengî û fedakarî li ber xwe didin, divê her kes teqez dengê xwe bide.
Dengên ji çar aliyên cîhanê ji me re bên, hem di namzetiya Serokkomariyê de hem jî di hilbijartinên parlamentê de wê destên me gelekî xurt bikin. Ji niha ve spasiya hemû hevalan dikin ku vî karî dikin û serketinê ji wan re dixwazim.
Di serketina 24'ê Hezîranê de para we wê mezin be û em ê teqez bi ser bikevin."
Selahattîn Demîrtaş