Demîrtaş: Çareserî bi qebûlkirina mafên Kurdan dibe

Demîrtaş: Çareserî bi qebûlkirina mafên Kurdan dibe

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li navçeya Dihê ya Sêrtê bi gel re hate cem hev û diyar kir ku çareserî bi qebûlkirina mafên kurdan dê pêk bê û ji bo vê yekê jî dê têkoşîna demokratîk dewam bike. Demîrtaş, êrîşa li Reyhanliyê jî şermezar kir û got ku dibe li hemberî pêvajoya çareseriyê be.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di çarçovaya gera bi slogana "Rizgariya demokratîk û jiyana azad" serê sibê ji Şirnexê derbasî navçeya Dihê ya Sêrtê bû. Demîrtaş û heyeta pê re li herêma riya Şirnex û Dihê ji aliyê şaredar, endamên meclîsa BDP'ê û sedan kesan ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê Demîrtaş û heyeta pê re li Dihê ji aliyê sedan welatiyan ve bi slogana "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. Demîrtaş Rêxistina BDP'ê ya Dihê ziyaret kir û pirsên têkildarî êrîşa Reyhanliyê de bersivandin.

Demîrtaş, êrîşa bombeyî ya Reyhanliyê şermezar kir û ser saxî li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan da û ji kesên birîndar re jî şîfa xwest. Demîrtaş, diyar kir ku têkildarî bûyerê de ewil Suriye û gumana pêvajoyê sabotek bikin tê hiştên mirovan. Demîrtaş, anî ziman ku lê divê li benda encama lêkolînê bibin. Demîrtaş, da zanîn ku divê teqîn pêvajoyê bi bandor neke.

Demîrtaş bersiva pirsgên têkildarî geşedanan de jî da û bilêv kir ku gotinên Arinç ên derbarê HPG'iyên vedikişîn de jî gotin li dijî aştiyê ne. Demîrtaş, destnîşan kir ku ew heqareta li hemberî HPG'iyên vedikişin qebûl nakirin û wiha got: "Hikûmet êdî kî dê biçe cennetê û kî naçe cennetê peywira wê ji xwe re dibîne.Lê tenê xwedê vê yekê dizane."

Demîrtaş, piştî girseya li ber avahiya BDP'ê kom bû silav kir û diyar kir ku gelê kurd her tim bi polîtîkayên zilmê ji qirkirenkê re derbas kirin. Demîrtaş, anî ziman ku ji ber vê yekê gelê kurd her tim serîhilda û serhildana dawî jî li Dihê dest pê kir û wiha axivî:

"Behsa pêvajoya dîrokî ya helalbûnê tê kirin. Bingeha pêşeroja demokratîk a gelên kurd û tirk tê avêtin. Divê pêvajoyê de divê hemû kes ji gotinên xwe re baldar be. Gerîlayên PKK'ê ji fezayê nehatin çiyayan. Ji ber polîtîkayên li dijî gelê kurd pêk tên û daxwazên xwe bi riyên demokratîk nekarin pêk bînin li çiyayan in. Kesên piştî vê yekê hûrmet nîşanî gelê kurd û dayîkan dayîn divê hûrmetê nîşanî zarokên wan jî bidin. Ji bo ku ew ciwan bigihijin malbatên xwe û riyên siyaseta demokratîk bên vekirin em dê têkoşîna xwe bidomînin. Em girêdayî pêvajoyê ne. Ji bo careke din li van çiyayan tu kes jiyana xwe ji dest nede û şer çênebe di aliyê siyasetê de ya dikeve ser milê me em dê bikin. Pêvajoya aştiyê ya hate destpêkirin dê bi qebûlkirina daxwazên kurdan dê pêk bê. Ji bo vê yekê em dê têkoşîna xwe ya demokratîk bi domîn in."

Demîrtaş, da zanîn ku ew weke BDP bi pêvajoyê re ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî yên din jî di nava kedekê de ne. Demîrtaş, xwest ku ji bo pirsgirêk bên çareserkirin divê gel li herêmê xwe rêvebibe û sererastkirin pêk bên. Demîrtaş, bilêv kir ku divê navend payeyên xwe dewrî herêmê bike. Demîrtaş pişt re derbasî navçeya Misircê ya Sêrtê bû.

Demîrtaş li Misircê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin û Şaredariya Misircê ziyaret kir.