Demîrtaş bang li şoreşgerên Tirkiyeyî kir

“Berxwedana li hember desthilatiyek ku sîstema hiqûqê nas nake pîvanekî gerdûnî ye.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di kongreya ODP’ê de axivî, wiha peyam da: “Roj êdî pêwîst dike ku tevahî şoreşger ji piştgiriyê zêdetir nêzî gelê Kurd bibin.”

Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) di sala 20’emîn de kongreya xwe ya 8’emîn li Salona Ahmet Taner Kişlali ya Enqereyê li dar xist. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û gelek mêvan amade bûn.

TAŞ: ÇAVÊN ME LI MEHMET TÛNÇ DIGERE

Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş got çavên wî li Mûstûfa Sûphiyan, Mazlûm Doganan, Mahîran, Denîzan û Mehmet Tûnç ê li Cizîrê bi qêrîna mirovahiyê li ber xwe da digere. 

Taş bal kişand ser nêzîkatiya AKP’ê ya li hember nîqaşên destûrek bingehîn a nû, got: “Serokkomar dixwaze bibe Serokwezîr, Fermandarê Giştî. Dixwaze em jî serî li ber vê bitewînin û teslîm bibin. Em ê ti carî li Tirkiyeyê destûra dîktatortiyek sivîl nedin..”

‘EV ŞER ŞERÊ AVAKIRINA REJÎMA SEROKATIYÊ YE’

Taş bal kişand ser şerê ku AKP’e li Kurdistanê dimeşîne, wiha got: “Ev şer şerê avakirina rejîma serokatiyê ye. Eger AKP’e Sûr, Cizîr û Gever bixîne wê rejîma serokatiyê ava bike. Wê rejîma serokatiyê jî têrî Erdogan neke. Piştre wê dest bi nîqaşên hîlafetê bike. Di vî şerê de divê têkbirina Qesrê bê parastin. Ji ber vê divê ji rejîma Serokatiyê re bibêjin raweste.”

ŞKESTINEK DÎROKÎ HEYE

Piştî Taş, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî, got: “Îro hevdîtina me ya li vir ne cara yekem ne jî ya dawî ye. Jixwe di qadên têkoşînê de em bi hevûdu fêmkirinê ve têkoşînê bi hev dihûnin û pêş de diçin. Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, di her me yekî de şkestinek dîrokî çêdike. Li wir her çi biqewime, li vir bandora xwe li me dike. Parvekirinên hêzên emperyal di nav xwe de dikin, bi sedan salan bi pirsgirêkan re me mijûl kir. Lê, piştî sed salan êdî şansek çareseriya van pêk hatiye.”

'DÎROKA TIRKIYEYÊ DÎROKA ŞIKESTINAN E'

Demîrtaş da xuyakirin, ku dîroka Tirkiyeyê tevî ku dîroka komkujiyan e di heman demê de dÎroka berxwedanê ye û got, "Me soz dan ku em ê van hemû nirxan bi ser bixînin. Di vê pêvajoya ku her kes şerekî bêrehm dimeşînin de, eger welatparêz û şoreşger ji gotinê wêdetir nikaribin tiştekî bikin, wê çaxê bi kêrî çi tên? Eger hêzên li derveyî me wê biryara sedsala pêşiya me bide, gelo em ê bibin temaşevanê vê yekê? Roj ew roj e ku em vê mîrateya xwe ya dîrokî bi ser bixînin. Em mecbûrîn bêyî naskirina sînorên siyasî, yekîtiya têkoşînê ya gelan û bindestan bafirînin. Bêyî ku em bikevin nava helwesteke partîtî û faşîzma partîtiyê, divê em têkoşîna gelên me ji me hêvî dikin, bimeşînin."

'LIHEVKOMBÛNA ŞOREŞGERAN MECBÛRIYETEK E'

Demîrtaş diyar kir, li hemberî AKP'ê bêguman wê têkoşîneke siyasî were meşandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger em nebin hêzeke siyasî ya avaker, hingî zerar û hilweşînên ji ber şer wê zêdetir bibin. Ti desthilatdarî tineye ku bexwedana xwendekaran, ciwanan, sendîkayan û gelan nikaribin pê. Faşîst çiqasî bi hêsanî dikarin bibin yek. Li cihekî ku bloka faşîst ewçend bi lezgînî li hev dicive de, mecbûriyeteke ku şoreşger û pêşverû jî li hev bicivin. Hêza herî mezin hêzên şoreşger ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Hêzên şoreşger ên li Rojhilata Navîn hêza xwe winda kirine. Lewma dixwazin hêzên şoreşger ên li Tirkiyeyê biqedînin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da zanîn, ku AKP dixwaze modela xwe ya îdeolojîk ava bike û got, "Dixwazin sîstema serokatiyê ava bikin. Dixwazin dîktatoriyeke yek şexsî ava bikin. Ji 7'ê Hezîranê û vir ve tengav in. Eger em nikaribin bisekinînin, wê ti astengî li pêşiya avakirina vê sîstema ew dixwazin nemînin. Siyaseteke bi vî rengî ya li derveyî exlaqê dimînin. Dadgerî, polîs, leşker, zanîngeh, hemû saziyên dewletê li hemberî gel bi kar tînin. Berxwedana li hemberî desthilatdariyeke bi vî rengî rewa ye. Berxwedana li hemberî desthilatdariyeke ku sîstema hiqûqê nas nake, pîvanekî gerdûnî yê mirovahiyê ye. Em îro vî mafê xwe bi kar tînin. Roj ji roja piştevahiya şoreşgeran a bi gelê Kurd wêdetir e. Girîng e ODP ji piştevaniya bi gelê Kurd wêdetir gavê bavêje."