Demîrtaş: AKP wê bi ser nekeve
Demîrtaş got, "Bi şerekî neheq ê li hemberî civakê re ti hikûmet nikare bi ser bikeve. Desthilatdariyek ku bajarên xwe bi tank û topan hilweşandiye, serketî nîne."
Demîrtaş got, "Bi şerekî neheq ê li hemberî civakê re ti hikûmet nikare bi ser bikeve. Desthilatdariyek ku bajarên xwe bi tank û topan hilweşandiye, serketî nîne."
Demîrtaş got, "Bi şerekî neheq ê li hemberî civakê re ti hikûmet nikare bi ser bikeve. Desthilatdariyek ku bajarên xwe bi tank û topan hilweşandiye, serketî nîne."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Yekemîn Kongreya Asayî ya Meclîsên Ciwanan a HDP'ê ya li Dunya Tîcaret Merkezî axivî. Demîrtaş bilêv kir ku li gorî partiyên din cudatiyekî girîng a HDP'ê heye ev jî ji ber ku ciwan dil û mejeyê HDP'ê ne. Demîrtaş anî ziman ku ew gotina "ciwan pêşeroj in" red dikin û nirxandina "Ciwan ji bo pêşerojê razemeniyek nîne. Ciwan îro ne. Em ji bo ku îro ya xwe ava bikin meclîsên xwe yên ciwanan ava dikin. Biryarên ku hûn ê werbigirin, berpirsyariya we ya girtina biryarê, berpirsyariya we ya ku ji bo rêveberiyê nîşan bidin wê ji bo avakirina pêşeroja gelên me wê xurtir bike. Mezinbûna temenê nayê wateya ku wê biryarên rast bên wergirtin. Hûn siyasetmedarên ku temenên wan mezin in dibînin. Em dibînin Tirkiye anîne çi rewşê" kir.
Demîrtaş destnîşan kir ku koma herî ciwan a parlamentoyê lê divê bêhtir ciwantir bikin.
'TIŞTÊN KU BI QATLÎAMAN TÊ XWESTIN BÊ KIRIN DIVÊ BAŞ BÊ TEHLÎLKIRIN'
Demîrtaş bi bîr xist ku salvegera qatlîama taxa Gaziyê ya ku di 1995'an de pêk hate û wiha berdewam kir: "Çi heyf e ku, ev ne qatlîama dest pê tê ne jî bû qatlîama dawî. Feraseta siyasî ya desthîlatdaran, ligel ku navê partiyan an jî yên rêberan bigure jî, ew neguherî. Ji bo gel bixin bin kontrolê qatlîam pêk anîn. Piştî avakirina komarê heta niha, qatlîamên 25, 38'an, Agirî, Zîlan, Koçgîrî, Gurgum, Çorum û îro Sîlopî, Cizîr. Ev hemû ji bo heman et û armancê hatin kirin. Bila kes vê yekê ji b^ri neke. Qatlîam netenê ji bo bîranî, an ji bo mînetdariya yên ku me winda kiriye nîne. Divê em baş tehlîl bikin ku ev qatlîaman ji bo çi hatin kirin. Bi qatlîaman xwestin kîjan encamê bigirin. Divê hevalên me yên ciwan vê yekê baş nîqaş bikin. Kengî muxalefeta civawî xurt bibe bala xwe bidin têkoşîna siyasî nameşînin. Wekî di xurtbûna HDP'ê de jî hate dîtin qatlîamê pêk tînin."
'EGER JI SEDÎ 50 DENGÊ WE HEBE HÛN ÇIMA DITIRSIN'
Demîrtaş da zanîn ku dewlet dixwaze civak di nava tirsê de bijî û wiha axivî: "Ev doktrîna şoqê ye. Şîdate ku civak nikare rake li ser civakê ferz dikin. Li welatên NATO'yê ku kontrgerîla bi bandor e ev yek pirs ferz kirin. Jinişka ve birin şoqê û birin sindoqê. Peyala heke hûn deng nedin me wê qatlîam zêde bibedan. Heke ji sedî 49 piştgiriya gel heye hûn çima evqas ditirsin. Ji sedî 11-13 dengên me heye lê em natirsin. Ev bawerî û moralê dide me. Ji sedî 50 dengê we heye lê ji mamoste Ayşe, futbolvanekî û ji akademîsyenan ditirsin."
'AKP BI DERBEYÊ XWE DIDOMÎNE'
Demîrtaş destîşan kir ku tu sîstemekî ku AKP ji bo civakê pêşniyar bike tuneye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "AKP ji bo ku îxtidar ji destê wî neçe bêexleqiyan berdewam dike. Hêza dewletê ji bo berjewendiyê partiyê bi kar tîne û sîstema dewletê diafirîne. Hemû qadan, daraz, emniyet, rêxistinên pîşeyî, zanîngeh... bidest dixin. Navê vî li hemû cihanê darbe ye. bi darbeyê ve civakê û mekanîzmayên rêveberiyê bi dest dixe û xwe didomînin. Partiyekî bi vî rengî nikare pêşerova Tirkiyeyê înşa bike."
Demîrtaş got ku li cografyaya Rojhilata Navîn di pêvajoya ku qedera gelan tê nivîsandin derbas dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû hêzên emperyal, li axa me têkoşînê didin meşandin. wê ji bo xwe bazarekî çawa biafirînin, xetêna v û enerjiyê wê di bin kontloa kê de be, şerê vê didin meşandin. Di vî şerî de herî zêde jî em dimirin. Xeteke din jî hêzên paşeverû yên herêmê ne. Dîktator, hêzên otorîter dixwazin xwe kontrol bikin. Ew jî wekî emperyalîstan gelan tune dihesibînin. Dixwazin sînorên xwe berfireh bikin bazaran vekin. Li wir jî em dimirin, gel dimirin."
'XETA ME YA SÊYEMÎN HEYE'
Demîrteş gotinên xwe wiha berdewam kir: "Du riyan datînin ber me. Yan aliyê emperyalan an jî aliyê paşeverûyan. Em jî dibêjin şansê me yê sêyemîn heye. Em ne muhtacî we ne. Siyasetekî nû, feresatekî nû. Li Rojava hamleyên vî yên şoreşegerî tên avêtin. Tu gelan, şexsan, kesan, civakan dijmin nabîne û hemû cudatiyan wekî Hêmayê esasî, hêza kolektîf dibînin, xetekî bi vî rengî derket holê. Parazvanê herî mezin ê vî xetê Birêz Ocalan e. Rewşa Sûriyeyê beriya 6 salan dît. Digot wê li Sûriyeyê rewş biguhere, divê gel tedbîran bigire, riya vê jî avakirina meclîsan nîşan dida. Perspektîfa vê yekê hem da rêxistina xwe hem jî gelên ku bi wî bawer dikin. Em li dijî emperyalan jî li dijî hêzên paşverû jî têdikoşin. Meclîsên me yênj in û ciwanan li ser vî xetê tên înşakirin."
'DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN'
Demîrtaş derbirî ku di kongreya ciwanan de gelek ciwanên ji bawerî û nasnameyên cuda hatine cem hev hene û ev yek jî prototîpa modelak ku tê xwestin li Rojhilata Navîn bê avakirin e ji ber vê yekê jî pir bi qîmet e. Demîrtaş got ku siyaseta demokratîk ji demê zêdetir di bin êrîşê de ne û ji ber vê yekê jî pêşniyar kir ku ciwan di siyaseta demokratîk de israr bikin. Demîrtaş wiha axivî: "Îro ciwan canê xwe didin. Heke ev yek pêk tê wê demê tê wateya gel bi ser ketiye. Bila hemû heval bizanibin. Şer rewşekî awarte ye. Ya asayî bidawîkirina şer e û di nava aştiyê de jiyîn e. Divê meclîsên ciwanan ên HDP'ê vê ji bîr nekin. Divê di siyaseta demokratîk de israr bikin. Meclîsên ciwanan ên HDP'ê divê di siyaseta demokratîk de israr bikin û rêxistinbûna xwe bidomînin. Eger hûn paşve gav bavêjin û bi siyaseta demokratîk ve nabe bibêjin hûn ê tişta ku ew dixwazin teslîmî wan bikin."
BERSIV DA PIRSAN
Demîrtaş piştî axaftinê bersiv da pirsên rojnamevanan. Demîrtaş têkîldarî daxuyaniyên hikûmetê yên ku wê li herêmê operasyonên nû bê kirin bersiva "Operasyonên nû tê wateya qatlîamên nû. Tê wateya ku wê gelek mirov bimirin. Wekî din nikarin çareseriyê bi afirînin. Ji navê vî re dibêjin çareserî. Li pey xwe wekî mogalan xirabeyan dihêlin, ji vî re jî dibêjin serkeftin. Ev hemû çandina ba ye. Şîdet şîdetê mezin dike. Di nava hikûmetê de kesek jî newêre qala aştiyê bike. Hemû teslîmê qesrê bûne."
OPERASYONÊN QIRKRINA SIYASÎ
Demîrtaş têkildarî daxuyaniyên AKP'ê yên li ser dewamkirina operasyonan li hin navçeyan got, "Operasyonên nû tê wateya komkujiyên nû. Tê wê wateyê ku wê hînê gelek mirov bên kuştin. Çareseriyeke din dernaxînin holê. Û radibin navê çareseriyê li vê dikin. Mîna Mogolan li pişt xwe xirbeyan dihêlin û ji vê re jî dibêjin serketin. Ev hemû dibin sedem ku şîdet zêde bibe. Di nava hikûmetê de şexsekî bi tenê jî êdî newêre qala aştiyê bike. Kesekî bi tenê di nava wan de nîne ku rabe bêje em bi axaftinê çareser bikin. Hemû teslîmî qesrê bûne. Hikûmet wê bi xwe têkeve bîra kolandiye. Bi şerekî neheq ê li hemberî civakê re ti hikûmet nikare bi ser bikeve. Desthilatdariyek ku bajarên xwe bi tank û topan hilweşandiye, serketî nîne."
'EV HEMÛ JI BO YEKÎ ME'
Demîrtaş der barê nîqaşên destnedayînan de jî wiha got: "Di Desteya Rêveberiya Navendî de wê helwest bê diyarkirin. Lê em dibêjin bila madeya Qanûna Esasî ya têkîldar bê guhertin. Em di vî mijarê de jî bi israr in. Em destnedayînan bi sînor bikin. Ji bo sûcên dizî, tecawiz, nelirêtiyê ma destnedayînin dibe. Em rakin. Bila hemû kes hesab bidin dadgehê. Heke dest bidin 2 HDP'iyan ev wê bê wateya destdayîna 59 HDP'iyan."