Walîtiya Agirî, ku di 2'ê Tebaxê de çiyayên Agirî û Tendurekê weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" îlan kir, qedexeya li ser van herêman 15 rojên din dirêj kir. Li van herêmên li sivîlan hatine qedexekirin, DBP û HDP'ê konên aştiyê vedabûn û dest bi nobedê kiribûn. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de got, "Walîtiya me, Çiyayê Agirî û Çiyayê Tendurekê; ji ber operasyonên leşkerî yên lê tên meşandin, ji bo welatiyên me yên sivîl zerarê nebînin, ji 19.8.2015'an û pê ve 15 rojan weke herêma ewlekariya taybet a demkî îlan kiriye. Bi rêzdarî pêşkêşî ji raya giştî re tê ragihandin."
WALÎTIYA ERDEXANÊ 24 HERÊM QEDEXE KIR
Walîtiya Erdexanê jî 24 nuqteyên cuda yên li nava sînorên Golanê weke "Herêma Ewlekariya Taybet" îlan kir. Ev herêmê di navbera 21'ê Tebaxê-4'ê Îlonê de ji bo 15 rojan weke "Herêma Ewlekariya Taybet" hat ragihandin, li sivîlan hat qedexekirin."