Dema hevdîtinên Sûriyeyê yên li Viyanayê hate eşkerekirin
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hevdîtinên Viyanayê yên li ser Sûriyeyê wê 25-26'ê Çileyê werin kirin.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hevdîtinên Viyanayê yên li ser Sûriyeyê wê 25-26'ê Çileyê werin kirin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra diyar kir ku hevdîtinên Sûriyeyê yên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de tên kirin, wê 25-26'ê Çileyê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bên kirin.
Li gorî daxuyaniya ji ofîsa de Mîstûra ve hate kirin, ji bo 'civîna taybet' a li Viyanayê ji heyetên hikumeta Sûriyeyê û mûxalefetê re vexwendîname hatine şandin.
Hat ragihandin, civîn wê di çarçoveya hevdîtinên Cenevreyê de bê kirin û destûra bingehîn û mijarên pêwendîdar wê bên nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku de Mîstûra li bendê ye ji her du aliyan jî tevlîbûn çêbibe û hat gotin, "De Mîstûra li bendê ye ku heyetên aliyan bi rengekî amade bên Viyanayê ku karibin tevkariyeke girîng bikin."