Dema destgîrmayina HDP'iyan wê bê dirêjkirin

Hate ragihandin ku hîn jî îfadeya siyasetmedar û HDP'iyên destgîrkirî nehatiye girtin û dema destgîrmayina wan wê bê dirêjkirin. Destûr nayê dayin ku parêzer muwekîlên xwe bibînin.

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê HDP'ê yên berê û niha di nav de 20 siyasetmedar di 25’ê Îlonê de hatibûn destgîrkirin. Siyasetmedar li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin. Operasyon li 7 bajaran hatibû lidarxistin. Parêzerên siyasetmedaran ragihandin ku li emniyetê hêj îfadeyên miwekîlên wan nehatine girtin û gotin wê dema destgîrmayina wan were dirêjkirin.

Parêzeran diyar kir ku derbarê lêpirsînê de 'biryara nepen' heye û ew ê îtîrazî dirêjkirina dema destgîrmayinê bikin. Parêzeran got ew ê hewl bidin bi dozgerê lêpirsînê re hevdîtinê pêk bînin.