DEM Partiyê li dijî desteserkirinê serî li dadgehê da

DEM Partiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da.

SERLÊDANA LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo betalkirina desteserkirina qeyûm Şaredariya Colemêrgê, serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da. 

Di serlêdanê de qala pêvajoya girtina Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş û girtina wî hate kirin û hat gotin ku tê xwestin li bajarên Kurdan tayînkirina qeyûm weke sepaneke asayî were nîşandan. Bi domdarî tayînkirina qeyûman ên di serdema berê de hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: “Weke darbeyekê di dîrokê de cih girt.” 

Bi domdarî wiha hate gotin: “Armanca ji sepana qeyûm ew e ku partiya miwekîl û siyaseta nûnertiya wê dike li derveyî rêveberiyên herêmî bihêle, bi desteserkirina sîstematîk a şaredariyên qezenc dike re tê xwestin ku îradeya bijartin û hilbijartinê ya hilbijêrên partiya miwekîl pasîfîze bike.” 

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku fikraya 34’emîn a Qanûna Hejmar 6758 û fikraya di xala 45’emîn a Qanûna Şaredariyan de li dijî destûra bingehîn in lewma jî divê bi rêya îtîrazê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re bên şandin û biryara dûrxistinê ya derheqê Akiş de hatiye dayîn were betalkirin.