Dayîkên Şemiyê ji bo windayan kampanyaya îmzayan da destpêkirin
Dayîkên Şemiyê ji bo windayan kampanyaya îmzayan da destpêkirin
Dayîkên Şemiyê ji bo windayan kampanyaya îmzayan da destpêkirin
Dayîkên Şemiyê bi slogana "Ji bo edaleta civakî û aştiya civakî tu jî îmzayekê bavêje" ji bo cînayetên kiryar nediyar ên li Tirkiyeyê pêk hatin, vekirina gorên komî û hestiyên kesên hatin windakirin teslîmî malbatên wan bikin kampanyaya îmzayan dan destpêkirin.
Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftean li ber Amadeyiya Cizîrê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de pankrata "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin, windayan, cînayetên kiryar nediyar, înfazên bêdadî, komkujî û valakirina gunda rû bi rû werin" vekirin û kampanyaya îmzayan a bi slogana "Ji bo edaleta civakî û aştiya civakî tu jî îmzayekê bavêje" ya ji bo cînayetên kiryar nediyar ên li Tirkiyeyê pêk hatin, vekirina gorên komî û hestiyên kesên hatin windakirin teslîmî malbatên wan bikin dan destpêkirin.
Li ser navê dayîkan Asiye Bulur têkildarî kampanyayê de axivî û diyar kir ku, ji bo hestiyên kesên hatin windakirin bên dîtin, kiryar bên darizandin û gorên komî bên vekirin kampanyaya îmzayan dan destpêkirin. Bulur anî ziman ku, dê heta dawiya gulanê îmzayan kom bikin û pişt re dê wan îmzayan ji meclîsê re bişînin û wiha got: "Em ji bo mirovên xwe yên ji aliyê JÎTEM'ê ve bi zorê ji malan hatin girtin û careke din tu agahî ji wan nehatin girtin me kampanya da destpêkirin. Heke kiryar neyên dîtin em dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernadin. Em dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin hemû kes piştgiriyê bidin kampanyaya îmzayan a ji bo edaletê."
‘QATIL DIYARIN’
Pişt re çîroka Tevfîk Temurtaş ê ku di sala 1992'an de ji aliyê polîsên sivîl ve hate girtin û careke din tu agahî jî nehatin ji aliyê xwîşka wî Abîde Temurtaş ve hate vegotin. Temurtaş wiha got: "Birayê min bi karê temîrê berê xwe dida zarokên xwe. Dı sala 1992'an de 3 kesên sivîl ên bi wesayîta bi marqeya Toros hatin mala wî ya li taxa Cûdiyê û birayê min birin. Me got wesayîta wan xirabeye ji ber wê yekê birin. Birayê min bi rûken ji malê derket. Me hefteyekê tu agahî ji wî negirt. Em her derê li wî geriyan lê me peyda nekir. Hefteyek şûnda heman kes hatin mala me xwestin em cenazeyê xwe bigirin.Li Şirnexê li îşkenceyê re derbaz kiribûn. Cenazeyê nedihate nasîn teslîmî me kirin. Perçe perçe kiribûn. Ji ber ku birayekî min tevlî PKK'ê bibûn wisa îşkence li birayê min kirin. Ev çi mirovahiye. Tirsa we ji xwedê tuneye? 6 zarokên wî hebûn. Hemû êtim mezin bûn. Bi salane em bi vê êşê dijîn. Êdî bese. Li vî welatî edelat li ku derê ye? Ji xwe qatil diyarin. Çima nayên darizandin?"
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.