Dayîkên Şemiyê: Hestiyên zarokên me bidin

Dayîkên Şemiyê: Hestiyên zarokên me bidin

Dayîkên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bê zelalkirin çalakiya xwe didomînin, di 424'emîn hefteya çalakiyê de balkişandin ser Roja Dayîkan ku dê sibê bê pîrozkirin û gotin ku, heta hestiyên zarokên wan neyên dîtin, ew Roja Dayîkan pîroz nakin.

Dayîkên Şemiyê ku ev 18 sale ji bo zelalkirina aqubeta xizmên xwe yên wenda çalakî li dar dixin, vê hefteyê jî di 424'emîn hefteya çalakiyê de li ber Amadeyiya Galatasarayê hatin cem hev û pankarta "Kiryar diyarin, windakirî li ku ne" vekirin. Di dema çalakiyê de endamên Rêxistina CHP'ê yên Beyoğluyê xwestin qurnefîlan bidin dayîkan. Lê dayîkan bertek nîşanê CHP'iyan da û qurnefîl qebûl nekirin.

Dayîkan vê hefteyê aqubeta Halîl Alpsoy ê di 12'ê Gulana 1994'an de hatiye windakirin pirsî. Di çalakiyê de yekemîn birayê Kenan Bîlgîn ê 16 sal beriya niha hatiye windakirin, Îrfan Bîlgîn axivî û got: "Qet fedî nakin, roja dayîkan pîroz dikin". Bîlgîn got ku, tenê dikare bi dayîna hestiyên zarokên wan roja dayîkan bê pîrozkirin. Piştî Bîlgîn, xwîşka Hayrettîn Erenê di dema 12 Îlonê de hatiye windakirin Îkbal Eren jî axaftinek kir û got ku, heta aqubeta windayan neyê zelalkirin ew roja dayîkan pîroz nakin.

Piştî van axaftinan di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Halîl Alpsoy ê di 12'ê gulana 1994'an de hatiye windakirin hate pirsîn. Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Meral Çildir daxuyanî xwend û wiha axivî: "Halîl Alpsoz di Daîreya Îstixbaratê ya Edeneyê de hate îşkencekirin. Pişter dest danîn ser nasnameya wî û jê re gotin, 'Sibê were nasnameya xwe bigire' Kasim Alpsoy roja din bi xizmek xwe re çû wê derê. Polîsan ji xizmê wî re got, 'Here ew dê piştre were'. Wê demê heta niha Alpsoz cardin ji wê derê derneket." Çildir di berdewama axaftina xwe de xwest ku, berpisyarên wê demê yên Alpsoy windakirine bên darizandin.