'Dayikên Şemiyê cara 506'emîn aqûbeta windayan pirsîn

'Dayikên Şemiyê cara 506'emîn aqûbeta windayan pirsîn

Dayikên Şemiyê yên ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin dipirsin di hefteya 506'emîn de li ber Lîseya Galatasarayê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku di 6'ê kanûna 1993'yan de hati binçavkirin û piştre hate windakirin pirsîn. Di çalakiyê de kurê Taşkaya, Şerîf Taşkaya axivî û wiha got: "Min di 4 saliya xwe de li zindanê bavê xwe nas kir. Piştî ew derket em 7 salan bi hevre man. Vî dewletê şadî ji bo me zêde dît û bavê min qetil kir."

Dayikên Şemiyê yên ku di hefteya 506'emîn de aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê hatin ba hev û pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" vekirin, qurnefîlên sor û wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku di 6'ê kanûna 1993'yan de hate binçavkirin û windakirin hate pirsîn û axaftina yekem hevsera wî Sultan Taşkaya kir. Taşkaya anî ziman ku gorekî wan li ser dua bixwînin jî nîn e û bal kişand li ser têkoşîna ku dimeşînin. Taşkaya ev tişt anî ziman: "Ev qada ku em zarokên xwe re dihatin em niha bi neviyên xwe re tên. Em hestiyên xwe dixwazin." Piştre Serpîl Taşkaya axivî û wiha got: "Ez di 9 saliya xwe de di vê qadê ne ev têkoşîn nas kir. li vir mezin bûm ez ê li vir pîr bibim."

'HESTIYÊN ME Û MIROVAHIYA XWE DEYNIN ALIYEKÎ'

Taşkaya bang li rayedarên dewletê yên ji aqûbeta windayan berpirsyar in kir û wiha got: "Hestiyên me û mirovahiya xwe daynin aliyekî heke wijdana we hebe aqûbeta wan derxînin holê." Piştre kurê wî Şerîf Taşkaya axivî û ev tişt anî ziman: "Min di 4 saliya xwe de bavê xwe li zindanê nas kir. Ev derket em 7 salan bi hevre man. Dewletê ev yek ji bo me pir dît û bavê min winda kir." Piştre jî birayê Taşkaya Faîk Taşkaya axivî û anî ziman ku ew bi salan in têkoşînên dimeşînin û bi hezaran mirov li nava sînorên Tirkiyeyê ji alilê dewletê ve hatin qetilkirin.

'EM DEWLETA HIQÛQÊ DIXWAZIN'

Piştre parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu Axivî û diyar kir ku ji bo ku kujer bêne dîtin û aqîbeta windahiyan derkeve holê divê "demborî" ji holê bê rakirin, komîsyona paşerojê re rû bi rû bûyin bê ava kirin û dawî dayina bêcezabûna kujeran bê çêkirin. Daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên şemiyê Nur agirnasli da. Agirnasli wiha got: " Em mexdûrên binpêkirinên mafan ên dewletê û şahidên wan in em dewleteke ku xebatên wî bi quralên hiqûqê hatiye sînorkirin, wekhev nêzîkî welatiyan dibe, maf û azadiyan wan digire bin ewlehiyê û vê ewlehiyê jî bi daraza serbixwe ve pêk tîne dixwazin."

Agirnasli Huseyîn Taşkayayê ku di 6'ê kanûna 1993'yan de li Rihayê hati binçavkirin bi bîr xist û diyar kir ku di salên 90'an de Riha ji aliyê JÎTEM, Tîmên Tevgera Taybet û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, eşîra Bucakan ve bûbû navenda kontr-gerîlayê. Agirnasli da zanîn ku malbata Taşkaya ji bo aqûbeta wî bibiprsin çûne qereqol, dozgerî û walîtiyê û bersiva "ji Sedat Bucak bipirsin" hatiye dayîn. Parlamenterê DYP'ê, reîsê eşîrê, serokeşîr Sedat Bucak jî bersiva "ekîba me girt lê teslîmî dewletê kirine, agahiya me nîn e dewlet dizane" dide malbatê.

'HETA HESAB NEYÊ DAYÎN DÊ EV DOZ NEYÊ GIRTIN'

Agirnasli destnîşan kir ku malbata ku çûye qereqolê hatiye tehdîtkirin û hemû serlêdanên malbatê bêencam mane. Agirnasli anî ziman ku ji ber windakirina Taşkaya di serî de Sedat Bucak, cerdevan Ahmet Bucak, Ahmet Ersîn Bucak, Halîl Beyazkaz, Kemal Uzeyroglu, Mustafa Uzuyroglu, Îsmet Ozreyhanoglu, rayedarên leşker û polîsan ên wê demê berpirsyarê windakirinê ne. Agirnasli peyama dê têkoşînê bidomînin da û wiha got: "Heta ew hesabê vê sucê mirovahiyê nedin, ev doz dê neyê girtin."

Piştî axaftinan xizmên windayan ji bo ku di hefteya 507'an de bên ba hev çalakiya xwe bi dawî kirin.