Dayîkên Roboskî îsal jî Roja Dayîkan bi şînê pêşwazî dikin

Dayîkên Roboskî îsal jî Roja Dayîkan bi şînê pêşwazî dikin

Li gundê Roboskî şîna 34 canan dewam dike û êşa dayîkên bi kincên reş hêj bi dawî nebûye. Dayikên Roboskî cara duyemîn e Roja Dayîkan di nav şînê de û kincên reş de pêşwazî bikin dikin.

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê ya ku di 28'ê kanuna 2011'an de di bombebaran balafirên şer de 34 welatî lê hatin qetilkirin jiyan venagere rojên berê. Dayîkên Roboskî ji roja zarokên wan hatin qetilkirin heta niha di nava şînê de ne îsal jî Roja Dayîkan bi şînê û kincên reş dê li ser gora zarokên xwe pêşwazî bikin. Dayîkên piştî komkujiyê ji bo kiryar bên darizandin çalakî li dar xistin heta niha tu daxwazên wan nehatin dîtin û ligel vê yekê nîqaşa tazmînat û kesên hatin qetilkirin "qaçaxçîbûn" hatin kirin û daxwazên dayîkan nehatin dîtin. Dayîkên Roboskî her hetfte roja pençşemî li ser gora zarokên xwe çalakiyê li dar dixin û Roja Dayîkan jî bi wan daxwazan dê pêşwazî bikin.

Dayika Yuksel Urek Emine Urek wiha got: "Eger kurê min ji ber karê kirî hatiba girtin qet nebe di Roja Dayîkan de min dikarî vê rojê bi kurê xwe re di hevdîtinê de pîroz bikim."

Urek, diyar kir ku sal û nîv in her roja pençşemî li ser gora kurê xwe rondikan dibarîne.

Urek, anî ziman ku di Roja Dayîkan de dê bi wêne û bîranînê ji kurê wê mayî pîroz bike û wiha axivî: "Gelo di Roja Dayîkan de dê kurê min ji derî de bikeve hûndir? Gelo ji ber mazotê çima ciwan bombebaran kirin? Ez dê çi li Roja Dayîkan bikim. Werin me jî bikujin. Ev sal û niv in em edaletê dixwazin. Em ji vê dewletê tiştekî din naxwazin. Dewlet baş dixwazane em çi dixwazin. Me mîlyon car daxwazên xwe anîn ziman."

Dayîka Erkan Encu Felek Encu diyar kir ku ew jî weke hemû dayîkên din dê di Roja Dayîkan de bi şînê û kincên reş li ser gora zarokên xwe pêşwazî bike.

 Encu, anî ziman ku bi hezaran dayîkên kurd û tirk weke wê êşa zarok dijîn.

Encu, anî ziman ku di Roja Dayîkan de tenê daxwaza wê aştiyekî bi rûmet e û wiha got: "Ez dê êşa sal û nivin dikêşim wê rojê bêtir bijîm. Ji me re Roja Dayîkan a em pîroz bikin nehiştin. Ev yek tê çi wateyê incax dayîka zarokê xwe winda kir hîs bike. Ez dê wê rojê li ser gora kurê xwe ya ku bi perçeyên hestiran re hatî definkirin tenê tiştekî ji Xwedeyê xwe bixwazim. Ew jî mirin bi dawî bibin û aştiyekî bi rûmet pêk bê û xwîn raweste be."

Semîre Encu ya ku di komkujiyê de hevserê xwe Servet Encu winda kir û di dema komkujiyê de ducanîbû û piştî komkujiyê zarokekî wê çêbû jî diyar kir ku dê Roja Dayîkan bi zarokê xwe yê navê hevserê xwe yê di komkujiyê de hatî qetilkirin Servet Bariş re bi tena serê xwe derbas bike. Encu, anî ziman ku weke dayîk yekemîn car e dê Roja Dayîkan pîroz bike û xwest ku di wê rojê de hevserê wê li cem wê ba.

Dayîka Selamî Encu Semîre Encu jî diyar kir ku dê bi dayîkên din re wê rojê li ser gora zarokên xwe bin. Encu, gera Emîne Erdogan a Roboskiyê bi bîrxist û bang li Emîne Erdogan kir ku soza ji wan re dayî bi cih bîne kir.