Dayikên Aştiyê û KON-MED: Rabin ser piyan!-NÛ BÛ

Dayikên Aştiyê û KON-MED’ê fikarên xwe yên têkildarî şewata li Îmraliyê anî ziman û got: “Divê tu Kurdek li mala xwe ne rûnê; rabin ser piyan.”

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li avahiya xwe ya li navçeya Fatîha Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser şewata li Girava Îmraliyê derketiye û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn. Li ser navê dayikan Perîxan Akbûlût daxuyanî da û metirsiyên xwe anîn ziman.

Akbûlût destnîaşn kir ku piştî şewatê ji ber ku agahiyên zelal wernagirin metirsiyên wan zêdetir bûne û got: “Birêz Ocalan kesayetek ji rêzê nîne. Bi taybetî ji bo gelê Kurd kesayetek gelek girîng e. Ji bo metirsiyên me bi dawî bibin divê demildest hevdîtin pêk were. Saziyên rayedar lazime daxuyaniyek lezgîn bidin.

Heta ji Ocalan agahî neyên wergirtin Kurdek li mala xwe nasekine. Ez bang li hemû Kurdan dikim; rabin ser pêya. Heta ji rewşa Ocalan bersivek erênî neyê wergirtin divê dengê xwe derxin. Medyaya wan derewan dike. Ji ber vê yekê em carek din dubare dikin; bila parêzerên Ocalan biçin hevdîtinê bikin û ji Kurdan re bersivekê bînin.”

KOM-MED’Ê BANGA ÇALAKIYAN KIR

KON-MED’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî fikar û metirsiyên xwe yên şewata li Îmraliyê anî ziman û got: “Tavilê divê parêzer biçin Îmarliyê û hevdîtinekê pêk bîne ku van fikarên me bên derbaskirin.

KON-MED’ê ragihand ku heta daxuyaniyeke têrker û pêbawer neyê dayîn divê Kurdistanî û dostên wan di nava çalakiyan de bin.

Navnîşana çalakiyan wiha ye:

Frankfurt
Saet: 18:00
Hauptbahnhof

Mannheim
Saet: 18:00

Darmstadt
Saet: 18:00
Luisen Platz

Giessen
Seet. 18:00
Kirchen Platz

Saarbrucken
Saet: 18:00
Europa Galeria

Limburg
Saet: 18:00
Bahnhof

Siegen
Saet: 18:00
Markt Platz


Stuttgart
Yer: Kobanê Meydanı
Saet: 18:00

Munih
Cih: Marienplatz
Saet:18:00

ULM
Cih: Neue Brunnen
Saet: 18:30

Federasyona FED-DEM
Hamburg
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 18:00

Bremen:
Cih: Hauptbahnhof
Saet. : 18:00

Kiel:
Adres: Hauptbahnhof
Saet. : 18:00

Oldenburg:
Cih: Hauptbahnhof
Saet : 17:00

Hannover:
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 18:00

Hildesheim:
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 18:00

Berlin

Saet 18:00

Alexander Platz (Pêşiya Saeta Cîhanê)