Dayikên Aştiyê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin
Dayikên Aştiyê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin
Dayikên Aştiyê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û girtina bîrîndarên Kobanê bi daxuyaniyeke şermezar kir. Di daxuyaniyê de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran axivî Kiran got ku çeteyên DAIŞ'ê bi piştevaniya hikûmeta AKP'ê êrîşê li ser YPG/YPJ'ê dike û bilêv kir ku rûpoşa hikûmeta AKP'ê ketiye.
Meclîsa Dayikên Aştiyê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku ji ser deriyê Murşît Pinara Tirkiyeyê li hemberî Kobanê pêk hat û girtina bîrîndarên Kobanê ku li Tirkiyeyê tên derman kirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li avahiya Meclîsê hat dan. Di daxuyaniyê de Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Gulîstan Erek û Hava Kiran axivîn û êrîşan şermezarkirin.
'JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ RÊBERÊ GELÊ KURD SERBEST BÊ BERDAN'
Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Gulîstan Erek da zanîn ku êrîşên ku pêk tên bi piştgiriya Serokomarê Tirkiyeyê R.Tayip Erdogan ve pêk tên û wiha axivî: "Erdogan xayintiyê dike. Dibêje tiştekî min di vê bûyerê de tune ye lê pêşiya van bûyeran vedike." Erek, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî çareseriyê û ev tişt anî ziman: " Serok Wezîr Davutoglu behsa çareseriyê dike. Lê di vê pêvajoyê de gelek girtî jiyana xwe ji dest dane. Behsa çareseriyê dikin lê kerekolan çêdikin û alikariya çeteyên DAIŞ'ê dikin. Erek, got ku ji bo çareseriyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan.
Piştî axaftina Erek, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran axivî Kiran bi lêv kir ji deriyê Murşîtpinarê bê lêgerîn tu kes nikare derbas bibe lê çeteyên DAIŞ'ê ji derî êrîş dikin û wiha pê de çû: " Eger îro dewleta Tirkiyeyê ji deriyên wan maşîneyên bombebarkirî derbas dibe ev bêyî dewletê nabe. Mirovek bi hêsanî nikare ji derî re derbas bibe heta diçin wir ji gelek lêgerînan derbas dibin. Lê mixabin maşîneyan tije bombe dikin û êrîşê li ser YPG/YPJ'ê dikin. Rûpoşa hikûmeta AKP'ê ketiye her çiqasÎ bêje tiliya min di bûyerê de tune ye jî serê bûyeran ew dikişîne."
'EM BANG LI DAYIKAN DIKIN BILA XWEDÎ LI ROJAVA DERKEVIN'
Di berdewamê de Kiran, axaftina Serokkomarê Tirkiyeyê ya 'em karin hertiştî bikin' bi bîr xist û wiha got: " Erdogan Kurdan tehdît dike dibêje 'em karin her tiştî bikin' heger tirsa kurdan hebûya doza mirovahiyê nedikirin. Îro Rojava wê di cîhanê de bibe dîrok bi herfê zêrîn bi xwîna xwe dîrokê dinivîsînin. Gerek ev gel û cîhan çavên xwe vekin. Êdî bes e me zarokên xwe ji bo mirinê xwedî nekirine. Rojava welatê namûs û şerefê ye. Kobanê bûka Kurdîstanê ye. Ew kesên Tiliya wan di van êrîşan de heye em şermezar dikin. Tiştekî gelê kurd winda bike nemaye." Kiran, di dawiya axaftina xwe de bangî hemû dayikan kir û xwest ku hemû dayik li şerê Kobanê xwedî derkevin û ev tişt anî ziman: " Em bangî hemû dayikan dikin li şoreşa Rojava xwedî derkevin vê xwînê bidin sekinandin. Zarokê vî gelî ji bo mirinê nehatine xwedî kirin."