Dayikên Aştiyê: Em êdî naxwazin rondikan bibarînin

Dayikên Aştiyê: Em êdî naxwazin rondikan bibarînin

Li Edene, Wan, Agirî û Stenbolê dayikên aştiye bi minasebeta "Roja Dayikan" daxuyanî dan û xwestin ku êdî hesir û rondikên çavan neyên rijandin.

Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê, bi minasebeta Dayikên Aştiyê li avahiya BDP'ê Roja Dayikan piroz kir. Di pîrozbahiyê de endam û rêveberên BDP'ê, Nûnera TUHA-DER'a Edeneyê Saniye Seçkin û endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê amade bûn. Hevserokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak, di şahiyê de roja hemû dayikan pîroz kir û xwest daxwaz û heviyên dayikan pêk bê û Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe

WAN

Li Wanê jî Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê li Parka Feqiye Teyran daxiyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserok û rêveberên BDP'ê yên Wanê, endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YODER) amade bûn. Di daxuyaniyê de Rukiye Aslan, axivî û wiha got: "Bi salan e rondikên dayikan dibarin. Em êdî naxwazin ku rondikên dayikan bibarin. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêngava aştî û demokrasiyê daye destpêkirin. Em vê pevajoyê li hemû gelan piroz dikin. Endama Dayikên Aştiye Muniffer Kaçak jî anî ziman ku ew ji nêzîk ve pêvajoyê dişopînin û xwest hikûmet li hemberî gavên PKK'ê gavên çaresriyê bavêje. Kaçak, xwest girtiyên siyasî serbest bên berdan û operasyon bi dawî bibin.

AGIRÎ

Li navçeya Bazîde ya Agiriyê jî Nûnertiya TUHAYD-DER'e ya Bazîdê bi heman armancê li salona Civînê ya Şaredariyê pêrozbahî pêk anîn. Di pirozbahiyê de Şaredara Bazîde Canan Korkmaz, Hevserokên BDP'ê ya Bazîdê TUHAYD-DER, endamên meclisa Şaredariyê amade bûn. Dayika gerîlaya PKK'ê Sema Yuce ji ber tenduritiya xwe amade nebû û peyam şand. Şahiyê bi rêzgirtinê des pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Şahiyê bi sînevîzyon û stranan berdewam kir û bi dawî bû.

STENBOL

Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê jî li avahiya saziyê daxuyanî dan çapemeniyê û Roja Dayîka ji gerîlayên vedikişin re diyarî kirin. Li ser navê dayîkan Cemîle Akgun daxuyanî xwend û diyar kir ku bi salane dayîkên her du aliyan digirîn. Akgun, anî ziman ku ligel êşên kişandin û zarokên xwe yên windakirin gelek caran daxwaza aştiyê kirin û wiha got: "Meşa demokrasî û azadiyê ya ji aliyê zarokên me ve hatî destpêkirin ji bo ku bi awayekî baş û aştiyekî bi rûmet divê rayedarên dewletê di mijara ewlehiyê de gelek baldar bin û divê tu zarokên me zirarê nebînin." Akgun, da zanîn ku avahîsazê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û divê şertên wî yên azadî û tendurîstiyê bên sererastkirin. Guler Bugday jî diyar kir ku gerîlayan dest bi vekişandinê kir lê hêj zimanê hikûmet bikartîne usluba desthilatdaran e. Bugday, da zanîn ku ew li benda hikûmet gavên şênber ên aştiyê bavêjin e û wiha got: "Ji bo ewlehiya vî gelî divê demiledest gav bên avêtin. Heke behsa azadî û aştiyê tê kirin wê demê çima girtiyên nexweş serberst nayên berdan? Êdî em naxwazin li girtîgehan mirin çêbibin. Em naxwazin zarokên me li girtîgehan terkî mirinê bikin."