Dayikên Şemiyê wê hefteya 702. li Qada Galatasarayê bin

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê û Komîsyona Li Dijî Windakirinên Destgîrkirî, ragihandin ku wê tevî qedexeyê Dayikên Şemiyê hefteya 702. li qada Galatasarayê bicivin.

Şaxa Stenbolê ya Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komîsyona Li Dijî Windakirinên Destgîrkirî, ragihandin ku tevî qedexeyê wê di hefteya 702. a çalakiya Dayikên Şemiyê ya li qada Galatasarayê de bi dayikan re bin.

Di çalakiya dayikên şemiyê ya vê hefteyê de wê aqûbeta Kenan Bîlgîn ê 35 salî ku 12’ê Îlona 1994’an li Dîkmena Enqereyê li rawestgeha otobusê hatî revandin, bê pirsîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin; "Em ê hefteya xwe ya 702. bi dirûşmeya ‘ji bo Kenan edalet!’ bicivin. Em bang li we jî dikin ku bi qurnefîleke sor hûn jî ji bo daxwaza me ya edaletê bilind bikin”