Di doza dayikên Şemiyê de parêzer ji rûniştinê derketin -HATE NÛKIRIN

Di doza dayikên Şemiyê de parêzer ji rûniştinê derketin.

Dayikên Şemiyê di 25’ê Tebaxa 2018’an de li Meydana Galatasarayê ya Taksîmê xwestin çalakiya 700’emîn li dar bixin. Polîsên Tirk êrîş birin ser dayikan, gelek ji wan hatin destgîrkirin. Derbarê 46 mirovên Şemiyê de doz hatibû vekirin. Rûniştina 3’yemîn a doza dayikan li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hate lidarxistin. Beriya rûniştinê daxuyanî li ber edliyeyê hat dayîn. Gelek siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan beşdarî dauyaniyê bûn. 
  
Nûnerê TÎHV'ê Ûmît Efe di destpêkê de daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev darizandin cezayê li Dayikên Şemiyê û gelan tê dayîn û got: "Ji ber ku em li dijî pêkanînên hiqûqî ne, em îro li vir in. Dayikên Şemiyê 26 sal in nûnertiya gelek nirx û mafan dikin. Ev êriş êrişa li dijî maf û azadiyên ku Dayikên Şemiyê sembolîze dikin. Ev êrişa li dijî aştiyê û azadiya ramanê ye. Em êrişa li dijî Dayikên Şemiyê şermezar dikin. Tevî ku ji bo lêgerîna windayan û pirsîna aqûbeta wan ti hewldan nehatiye kirin. Divê ev doz were betalkirin. Ev doz ji bo me bêhikm e. Ji ber ku sûcekî bi vî rengî tune ye, tê xwestin ku mafên mirovan û têkoşîna maf û azadiyan bê bêdengkirin.”
  
Xwişka Hasan Ocak ê dema desgîrkirî de hat qetilkirin Masîde Ocak jî edliyeyê nîşan da û pirsa “Baş e wê kî were darizandin?” kir û got: “Li şûna kujeran malbat û xizmên windayan tên darizandin. Ev nayê qebûlkirin. Em li kuçe û kolanan bûn û em ê her li meydan û kolanan bin. Em îro dîsa qîr dikin û bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê û Meydana Galatasarayê bin.” 

Di rûniştinê de 29 kes û parêzerên wan amade bîn. Di rûniştina berê de parêzeran diyar kiribûn ku serokê dadgehê bêalî tevnegeriyaye û daxwaza ‘reddî hakim’ kiribûn. Vê daxwaza parêzeran hatibû redkirin.

Parêzeran careke din daxwaza reddî hakîm kirin û cara duyemîn daxwaza parêzeran hate redkirin. Ji ber vê parêzer ji rûniştinê derketin.

Rûniştin taloqî 23’ê Adara 2022’an hate kirin.