Dayikên Şemiye aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn yê ku 23’ê Sibata 1995’an hatibû destgîr kirin û piştre hatibû windakirin.
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn yê ku 23’ê Sibata 1995’an hatibû destgîr kirin û piştre hatibû windakirin.
Dayikên Şemiyê, di hefteya 726'an de çalakiya xwe ya ji bo kujer bên darizandin û winda bên dîtin, berdewam kirin. Dayikên Şemiyê xwestin wekî her hefte li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin û aqûbeta xizmên xwe bipirsin. Lê ji ber ku polîsan qad dorpêç kir û destûr nedan malbat li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin li kolana pêş ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan.
Dayik dîsa di bin dorpêçê de li kolana ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Dayikan tîşortên ku wêneyên zarokên wan ên hatine windakirin li xwe kirin û qurnefilên sor rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Zeynel Ozen û Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û gelek kesên din amade bûn. Dayikan ve hefteyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn, ku di 23'ê Sibata 1995’an de hat windakirin. Dayika Murat Yildiz, Hanife Yildiz, beriya daxuyaniyê çû Qada Galatasarayê û qurnefîl danî.
Vê hefteyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Sebla Arcan daxuyaniya ji bo windayan xwend. Arcan, beriya daxuyaniyê dayika Cemîl Kirbayir, Berfo Kirbayir a di 21'ê Sibata 2013'an de ji yana xwe ji dest da bibîr anî. Arcan, anî ziman ku ew ê heta dawî aqûbeta Murat Yildiz bipirsin û wiha got: "Bi polîtîkaya dewletê bersûc nayên cezakirin. Ji ber ku dewlet kesên sûcê giran dike rê li pêş hiqûqek bi bandor venake û rêya edalet û hiqûqê li pêş me digire, 726 hefteye em li qadan li hiqûq û edaletê digerin. Em daxwaza edaletê tînin ziman."
Arcan, anî ziman ku 27 hefte ye qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin û wiha got: "Kesên ku sicîla wan a mafên mirovan û demokrasiyê xerabe ye, dixwazin têkoşîn û hewldana me ya lêgerînê bişkînin. Em dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin.
Arcan, anî ziman ku malbatê 24 sal berê Murat Yildiz, li şaxa Asayişê ya Ozkanlar a Bornova ya Îzmirê teslîm kirin û wiha got: "Murat Yildiz ê 19 salî li gel dayika xwe dijiya. Ji ber bûyerekê polîsan xwest îfade bide û piştî îfadeyê wê serbest berdin. Dayika Murat Hanife Yildiz û parêzer di 23'ê Sibata 1995'an de ew bi destê xwe bir qereqolê. Dayik û parêzer bi xwe çûn li Şaxa Asayişê teslîmî Komiser Ramazan Kaya û polis Tahir Şerbetçî kirin. 3 roj derbas bûn, lê Murat venegeriya malê. Dayik Hanife Yıldiz dîsa çû Şaxa Asayişê ya Ozkanlar a Bornova, lê dîsa bersîv negirtin. Piştre diyar kirin ku Murat ji feribotê xwe avêtiye û reviya ye. Piştî vê yekê carek din ji kurê xwe yê bi tenê agahî negirt.” Arcan, da zanîn ku ew ê heta dawî lêgerîna xwe berdewam bikin.
Dayik Hanife Yildiz, anî ziman ku kurê wê bi daxwaza xwe çû qereqolê û wiha got: ''Mafê wî yê jiyanê û mafê min ê dayikbûnê ji destê min girtin. 24 sal in ez li kolanê li edaletê digerim. 24 sal in şîn ji mala min ranabe. 24 sal in hêsiran dibarînim. Ji çavê min hêsir diherikin. 24 sal in me cenazeyê xwe defin nekiriye. Gorek ku em biçin ser şînê bigirin tune ye. Ji bo dayikekê pir zor e ku gora kurê xwe bixwaze. Îro li vî welatî ne pêkan e mirov qala edaletê bike. Piştre Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak helbesta ku Dayika Berfo ji bo kurê xwe Cemil Kırbayır nivîsandibû xwend.
Herî dawî keça Dayika Berfo Kirbayır Fatma Kırbayır Gulmez jî anî ziman ku dema dayika xwe defin kir soz daye dayika xwe û wiha got: "Birayê min tu li kû yî. We Cemil Kirbayir wekî Kaşikçi şewitand û avêt kîderê. Min soz daye dayika xwe ku ez kurê wê bibînim. Ez birayê xwe û miletê xwe hez dikim, lê hûn me 'terörist' îlan dikin. Ger wîcdanê we hebe hûn ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Êdî bes e, bila dayik negirîn."