Daxwaza taloqkirina cezayê girtiyê giran nexweş red kirin

Daxwaza taloqkirina ceza ya ji bo Abdullah Tûran ê ji stû xwarê felce hatibû kirin, hate redkirin.

Daxwaza taloqkirina cezayê înfazê ya ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoy a ji bo girtiyê giran nexweş Abdullah Tûran ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ku ji stûyê xwe û jêr felce hatibû kirin, red kirin.

Parêzerê Tûran ji bo cezayê miwekîlê wî were taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoya Stenbolê da. Tevî ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye Tûran jî lê Serdozgeriyê vê raporê ji nedîtî ve hat û serlêdana parêzer nirxand û daxwaza taloqkirina ceza red kir. Serdozgeriyê bersiva ku daye parêzer de rapora Miduriyeta Polîsan a Amedê ku di derbarê Tûran de amade kiriye ji xwe re esas girtiye.

Tûran ê ku nayê berdan her ku diçe rewşa wî li girtîgehê nebaş dibe û nexweşîna wî giran dibe.

Tûran di 24’ê Mijdarê de bi şev bi xew digire û wî radikin Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîra Stenbolê û piştî Tûran tê muayenekirin û dermanan didinê wî carek din dişînin girtîgehê. Di heman şevê de Tûran dîsa bi xwe digire û radikin nexweşaneyê. Nexweşxane heman muameleyê nîşan dide û carek din dişîne nexweşxaneyê û wî dixin qawîşa karantînayê.

Piştî qewimandinên tên serê Tûran, parêzerê wî ketiye tevgerê û serî li Serdozgeriya Bakirkoyê daye.