Konseya Aştiyê ya Swêdê ku saziya sîwanî ya 11 rêxistinên aştiyê yên li Swêdê ne, ji hikûmeta Tirk xwest ku dawî li şerê li dijî gel û rêxistinên Kurdan bîne û bang kir ku PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin.
Konseya Aştiyê ya Swêdê bi vê wesîleyê nameyek weşand û diyar kir ku konsey sazeiyeke ji bo pêkhatina aştiyê, bêçekbûyîn û çareseriya pirsgirêka bi rêyên aştiyane di nava hewldanan de ye. Konseyê da zanîn ku şerê li Tirkiyeyê li dijî gel û rêxistinên Kurdan ji nû ve hatiye destpêkirin, ew êşandiye.
Konseya Aştiyê ya Swêdê xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin û ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û hikûmeta Swêdê xwest, ku van daxwazan ji Tirkiyeyê bikin:
"Divê mafên neteweyî yên gelê Kurd ku 25-30 mîlyon e bên naskirin û şerê li hemberî gelê Kurd hatiye destpêkirin bê sekinandin.
Li Başûrê Kurdistanê, dawî li qetilkirina sivîlan, bombekirina wargehên PKK'ê qadên sivîlan, tinekirina dewlemendiya xwezayî û avakirina bargehên leşkerî bê anîn.
Ji bo çareseriya bi rêbazên aştiyane, pêwîste Tirkiye PKK'ê weke aliyekî erkdar bibîne û hewldanên girîng ên YPG û YPJ'ê yên ji bo parastina gelên xwe ji DAIŞ'ê têdikoş in, qebûl bike.
Divê xwe ji DAIŞ'ê vegire û tevlî şerê li hemberî terora DAIŞ'ê bibe.
Ji bo şer bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin, muzakereyên aştiyê ji nû ve werin destpêkirin û ev yek jî bi qebûlkirina maf û hebûna gelê Kurd bê kirin.
Hemû girtiyên siyasî, rojnamevan, nivîskar werin berdan.
Ji bo hurmet ji yekparebûna xaka Iraq û Sûriyeyê were nîşandan, tevlî karên navxweyî yên van welatên cîran nebe."
Li binê nameyê mora Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu û Alîkara Serok Agneta Norberg hene.