Davûtoglû giştînameya 'tomarkirinê' şand ji walîtiyan re

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ji walîtî û qeymeqamtiyên bajarên şaredarî di destê DBP'ê de ne, giştînameyek şand. Di giştînameyê de hat xwestin, personelên cemaweriyê yên li gorî wan sûc kirine navê wan bên tomarkirin.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ji walîtî û qeymeqamtiyên bajarên şaredarî di destê DBP'ê de ne, giştînameyek şand. Di giştînameyê de hat xwestin, personelên cemaweriyê yên li gorî wan sûc kirine navê wan bên tomarkirin.

Di giştînameya bi hejara 2016/4 de hat gotin, "Dewleta Komara Tirkiyeyê, têkoşîna li hemberî yên gefê li hevgirtina welêt û milet, ewlekariya milî û sîstema cemaweriyê dixwin, yên hewl didin otorîteya dewletê qels bikin û ewlekariya kar û derve xera bikin, li hemberî rêxistinbûyînên di bin navê legal de xebatên îllegal ên rêxistina terorê ji bo tinekirina maf û azadiya welatiyên me dimeşîne, li se zemîna hiqûqê, bi bandor dimeşîne."

XEBATKARÊN CEMAWERIYÊ WÊ DI BIN KONTROLÊ DE BIN

Di giştînameyê de hat ragihandin ku xebatkarên cemaweriyê berpirsyar in ku berjewendiyên welêt û dewletê biparêzin û hat gotin, "Di vê çarçoveyê de xebatkarên cemaweriyê nabe ku tevlî rêxistineke çalakiyên li gorî qanûnan sûc e bibin, nabe ku beşdarî kom û komeleyeke bi vê armancê hatiye avakirin bibin û alîkariyê bidin wan.

Xebatkarên cemaweriyê bi tenê li pêşberîo amîrên xwe berpirsyar in. Amîr jî li gorî qanûn û destûra bingehîn berpirsyar in ku karê xebatkarên xwe bişopînin û kontrol bikin bê li gorî destûra bingehîn û qanûnan e yan na."

'TOMAR BIKIN, JI MEQAMÊN PÊWENÎDAR ÊN EDLÎ RE RAGIHÎN'

Di dawiya giştînameya Davûtoglû de ev yek hat xwestin:

"Li hemberî kesên bi rêxistinên terorê yan jî rêxistinên di bin navê egal de xebatên îllegal dimeşînin re di nava têkiliyê de ne, yên ji van rêxistinan fermanê digirin, yên alîkariyê didin van rêxistinan, yên çavkanî û derfetên cemaweriyê ji bo destekkirina van rêxistinan bi kar tînin, yên têkoşîna li hemberî van rêxistinan asteng dikin û propaganda wan dikin, amîrên erkdar wê di çarçoveya mewzûatê de ji aliyê îdarî ve ya pêwîst bikin. Wê navê yê sûc kirine bi meqamên pêwendîdar re ragihînin."

...