Darvekirinên li Îranê li Stockholmê hatin protesto kirin

Darvekirinên li Îranê li Stockholmê hatin protesto kirin

Li gel girtiyên şoreşger Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî darvekirina 18 kesan ji aliyê rejîma Îranê ve, li paytexta Swêd Stockholmê li Qada Sergelê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.

Tevî Partiya Partiya Komunîst a Îranê, Partiya Karkeran a Komunîst a Îranê-Hîkmetîst û Federasyona Koçberan a Îranê nêzî 20 partî û rêxistinên civakî yên sivîl, ku di bin sîwanê "Li Îranê ji Darvekirinan re Na" de cih digirin, daxuyaniyek hevpar dan.

WEZÎRÊ NÛ YÊ EDALETÊ PÛRMÛHAMMEDÎ CELADEKÎ KEVIN E

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku piştî Hasan Rûhanî yê di meha Tebaxê de bû Serokkomar ji bo Wezareta Edaletê Mûstafa Pûrmûhammedî wezîfedar kir, darvekirinên li Îranê mîna tsûnamiyê zêde bû. Hat diyarklirin ku di sala 1988'an de girtîgehên li Îranê tijî bûn, rejîma Îranê ji bo van girtîgehan vala bike komkujiyeke mezin kir, hingî 20 heta 30 hezar girtî ku piraniya wan siyasî bûn hatin darvekirin, li girtîgehên ji van girtiyên hatin darvekirin vala bû bi deh hezaran mirovên nû hatine bicihkirin û yek ji wan kesên darvekirin pêk anî dadgerê hingî Mûstafa Pûrmûhammedî ye û ew jî niha ji bo Wezareta Edaletê hatiye wezîfedarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma Îranê diyar kiriye ku di nava du mehên dawî de 250 kes hatine darvekirin, lê belê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan texmîn dikin ku nêzî 500 kes di nava vê demê de hatine darvekirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin; "Tevahiya kesên hatine darvekirin ne siyasî ne. Hin ji wan bi sûcdariyên bazirganiya narkotîkê, kuştina mirovan û binpêkirina qanûnên şerîatê tên darvekirin. Lê belê dema ev yek ji bo Îranê were nirxandin, hingî diyar e ku hemû darvekirin polîtîk e. Darvekirin bi giranî ji bo çavtirsandin û serîtewandina gel li qad û kolanan li pêş çavên gel tên kirin."

SENDÎKAYAN JI BO PROTESTOKIRINA DARVEKIRINAN NAME JI REJÎMA ÎRANÊ RE ŞANDIN

Li ser navê herêm Stockholmê ya Konederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê (LO) Goran Gûstavsson peyivî û li gel darvekirinan bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên li girtîgehan. Gûstavsson ragihand ku girtî nayên dermankirin û diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş an jî girtiyên li girtîgehan nexweş ketine, cezayê ragirtinê tê wateya cezayê mirinê. Gûstavsson bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya du lîderên karkeran Mohammed Jarra û Reza Shahabî.

Gûstavsson ragihand ku sendîkaya herî mezin a Swêdê Kommunal li gel LO, bi armanca protestokirina darvekirinên dawî daxuyaniyeke hevpar dane û ji Hikûmeta Îranê re nameya protestoyê şandine. Gûstavsson got, "Lê belê ev yek ji bo rawestandina darvekirinan, têrê nakin. Divê em tevgereke navneteweyî ya protestoyê organîze bikin û zextên xwe yên li ser rejîma Îranê zêde bikin. Divê em ji rêveberiya LO bixwazin ku daxwaza rawestandina darvekirinan û serbestberdana girtiyên siyasî ji Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî re ragihîne. Her wiha divê sendîka û tevgerên gel jî seferber bibin û ji Hikûmeta Swêdê bixwazin ku darvekirinên li Îranê protesto bike."

“ŞÎNÊ NEGIRIN, XWE BIRÊXISTIN BIKIN”

Gûstavsson di dawiya axaftina xwe de xwest gotinên dawî yên şoreşgerê Swêdî Jeo Hîll ê di destpêka salên 1900 de li DYE hat darvekirin dûbare bike û got, "Şînê negirin, xwe birêxistin bikin." 

Xwepêşandêran wêneyên şoreşgerên li Îranê hatin darvekirin hildan û dirûşmên "Bila li Îranê darvekirin werin rawestandin", "Ji girtiyên siyasî re azadî" û "Bimirine rejîma Îranê" qîriyan.

LI DIJÎ DARVEKIRINAN DIVÊ EM HÎN BÊTIR RÊXISTINBÛYÎ Û GIRSEYÎ TÊBIKOŞIN

Yek ji berdevkên platforma "Ji darvekirinên li Îranê re Na" Nasî Payghambarîan piştî çalakiyê bersiv da pirsên me û got, "Bi hatina Rûhanî re rewşeke hîn nermtir dihat hêvîkirin. Lê belê berevajî vê bendewariyê, zextên li ser gel û darvekirinên li hemberî girtiyên siyasî zêde bûn. Bûyerên ku diqewimin nîşan didin ku divê em hîn bêtir bi rêxistinbûyî û girseyî têbikoşin. Di rojên pêş de emê li Stockholm û bajarên mezin ên Swêdê çalakiyên hîn girseyî pêk bînin.