Darizandina Akademîsyenên aştiyê didome

Doza akademîsyenên ku danezana ‘em ê nebin hevkarê vî sûcî’ didome. Akademîsyenan gotin danezana wan ne sûc e.

Darizandinan akademîsyenên aştiyê ku îmza xwe li danezana ‘em ê nebin hevkarî vî sûcî’ xistibûn, didome. Denezana 4 akademîsyenên ji zanîngeha Galatasaray, Kemerburgaz, Nîşantaşi û Kadî Has li Dadgeha Cezayê Giran a 35’an a Stenbolê, ya 3 akademîsyenên ji zanîngeha Bilgî û Pensîlvanyayê li Stenbolê, li Dadgeha Cezayê Giran a 25’an hate wê were dîtin.

 ‘DANEZANA ME NIKARE WERE DARIZANDIN’

Beriya danizînan akademîsyenên ku Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu jî di nav wan de bû, li ber Edliyeya Stenbolê ya Çagliyanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Aştî mafê me ye, daxwaza aştiyê ne sûc e, nikare were darizandin.’’

Daxuyanî li ser navê Akademîsyenên Aştiyê Yonca Demîr xwend. Demîr got rexneya li dewletê ne sûc e, berevajî, mafek e.