Daneyên TUÎK’ê: 4,2 milyon kes bêkar in

Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha Nîsanê de rêjeya bêkariyê bûye 13 ji sedî û hejmara bêkaran jî bûye 4,2 milyon kes.

Saziya Îstatîskan a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê yên meha Adar, Nîsan û Gulanê eşkere kir. Li gorî daneyan rêjeya bêkariyê li gorî sala borî ji 9,6 ji sedî, bûye 13 ji sedî.

Hejmara bêkaran jî li gorî sala borî milyonek û 116 hezar kes zêde bûye. Li gorî daneyan 4 milyon û 202 hezar kes bêkar in.

Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin jî li gorî sala borî 810 hezar kes kêm bûne.
Di sektora çandinîyê de 329 hezar û di sektorên derveyî çandinîyê de jî 481 hezar kes kêm bûne.
Yên ku bêyî ewlekariya civakî dixebitin jî rêjeya wan bûye 34,2 ji sedî.