DAIŞ’î serbest hatin berdan
Li Dîlokê 39 kesên ku ji DAIŞ’ê girtîbûn serbest hatin berdan.
Li Dîlokê 39 kesên ku ji DAIŞ’ê girtîbûn serbest hatin berdan.
Duh li Dadgeha Cezayê Giran ê 8. de, li Dîlokê danişîna hevjîna Yunus Durmaz hebû, hevjîna wî hate berdan. Durmaz weke plangera komkujiyên Pirsûsê û êrîşa Gara Enqere ya 10’ê Cotmehê dihate zanîn. Yunus Durmaz ê ku weke ‘Mîrekê DAIŞ’ê yê Tirkiyê’ dihate ragihandin 19’ê Gulana 2016’an li Şehîdkamîlê dema ku operasyonek bi ser malê de hatibû kirin xwe teqandibû, hevjîna wî hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin.
Di heman lêpirsînê de gelek kes bi têkildariya DAIŞ’ê hatibûn binçavkirin, derbarê 60 kesî dosya hatibûn amadekirin.
Danişîna 5’an a doz êli Dadgeha Cezayê Giran ê 8. hate dîtin. Hemû bersûcan û parêzerên wan parastina xwe temam kirin.
Şandeya dadgehê piştî parastinan biryar da ku hevjîna Yunus Durmaz Nesîbe Durmaz û 38 kes bi şertê kontrla edlî serbest werin berdan û rewşa girtîbûnê ya birayê Yunus Durmaz Hacî Alî Durmaz û 20 kesan bidome.