Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Qerebaxê hişyarî da
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî êrişên li ser Qerebaxê der barê mafên gelê sivîl de hişyarî da aliyan.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî êrişên li ser Qerebaxê der barê mafên gelê sivîl de hişyarî da aliyan.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di çarçoveya tedbîrên demkî de hişyarî da Azerbaycan û Ermenistanê ku xwe ji hewldanên binpêkirina mafên sivîlan vegirin.
Dadgehê ji her du welatan xwest, ku li gorî sozên di çarçoveya xala 3'emîn a qedexekirina kiryarên xerab û êşkenceyê û xala 2'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku li ser mafê jiyanê ye, tevbigerin.
Serlêdana ji bo tedbîra demkî ji aliyê Ermenistanê ve hatibû kirin. Ermenistanê xwestibû ku Azerbaycan êrişên xwe yên leşkerî yên li dijî sivîlan rawestîne.
Azerbaycanê roja Yekşemê bi piştgiriya dewleta Tirk li dijî Komara Qerebaxê ya Ermen lê dijîn, dest bi operasyoneke berfireh kiribû.
Di roja çaremîn a şer de Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan diyar kiribû ku danûstandinên bi Azerbaycanê yên di bin sîwana Rûsyayê de hîn zû ye.
Paşînyan diyar kir, di demekê de ku êriş dewam dikin, 'ne rast e' ku qala civîneke bi vî rengî bê kirin.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê bi rengekî awarte li hev civiya û xwest, "şer tavilê bê rawestandin."