Dadgeha Elman adresa DAÎŞ'iyê li girtîgeha Sûriyeyê peyda nekir

Çeteyên DAÎŞ'ê yê welatiyê Elman ku di destê hêzên QSD'ê de ye, vegerandina wî ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Berlînê ve hate nirxandin, lê hate redkirin. Dadgehê nebûna wekaleta çete û adresa wî weke hincet nîşan da.

Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên Elman ên ji aliyê hêzên QSD'ê ve bi saxî hatine zevtkirin rêveberiya Berlînê hîn çareseriyek peyda nekiriye. Rêveberiya Rojava Sibata derbasbûyî bang li rêveberiya Berlînê kir û jê re got, "Welatiyên xwe bibin û darizînin", lê tevî vê bangê jî hikumeta Elman a Federal li pêşberî welatiyên xwe yên tevlî DAÎŞ'ê bûn û sûcên li dijî mirovahiyê kirin bi xemsarî tevdigere.

Ji ber vê yekê xizmên çeteyan serî li dadgehên li Elmanyayê dan û xwestin zarokên wan bên vegerandin. Dadgeha Îdareyê ya Berlînê der barê serlêdana bavê çeteyekî de biryara xwe ragihand. Çete di sala 1992'an de ji dayik bû, di sala 2014'an de ji Berlînê çû Sûriyeyê û piştî ku tevlî DAÎŞ'ê bû ji aliyê hêzên QSD'ê ve bi saxî hate zevtkirin.

Dadgehê biryar wergirt ku çete ji aliyê hikumeta Elman ve nikare bê anîn. Ji bo hinceta vê biryarê jî ragihand, di pêvajoya darizandinê de çete bi xwe wekalet nedaye û adresa xwe nehatiye peydakirin. Li gorî vê biryarê, tê gotin eger çeteyên li girtîgehên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê wekaletê destnîşan bike û adresa xwe diyar bikin wê biryarek berevajî vê biryarê were wergirtin.

Dadgeha li Berlînê ku rewşa hevsera çeteyekî DAÎŞ'ê û sê zarokên wî nirxand, di destpêka meha Tîrmehê de biryar wergirtibû ku hikumet malbatê bîne Elmanyayê. Dadgeheke bilind jî biryara dadgeha herêmî pejirandibû. Di çarçoveya biryarê de Konsolosxaneya Elman a li Hewlêrê ketibû nava liv û tevgerê û çar zarokên DAÎŞ'iyan anîbû Elmanyayê.

Hikumeta Elman a Federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel bi israr li dij e ku bi fikara êrîşên terorê DAÎŞ'iyên gihîştî bînin Elmanyayê. Biryara dawî ya dadgehê bû sedema meraqê ku eger pêvajoya darizandinê li gorî hiqûqê bê kirin û eger biryara 'vegerandina DAÎŞ'iyan' bê wergirtin, wê hikumet bi çi rengî tevbigere.

Piraniya wan jin û zarok zêdeyî 200 welatên Elman ên DAÎŞ'î di destê YPG/QSD'ê de ne. Ji wan 90 jê mêr ên mezin in û tê gotin ku sûcê şer kirine.

Li Bakurê Sûriyeyê di encama operasyonên yekîneyên taybet ên YPG'ê de zêdeyî 2800 çeteyên DAÎŞ'ê bi saxî hatin zevtkirin. Ji wan 800 ji welatên rojavayî ne ku ji 46 welatên cuda ne. Heta niha Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê welatiyên xwe yên çeteyên DAÎŞ'ê ji rêveberiya Rojava xwestibûn.