DÎTÎB'ê xwest, CDU pêşî li mizgefta Kurdan girt!
Kurdên li eyaleta Saarland a Elmanyayê dijîn xwestin, li erdekî berfireh ê kirîne navenda çandê û mizgeftekê çêbikin. Lê belê Şaredariya bajêr a ji partiya CDU, li pêşiya vê projeyê dibe asteng.
Kurdên li eyaleta Saarland a Elmanyayê dijîn xwestin, li erdekî berfireh ê kirîne navenda çandê û mizgeftekê çêbikin. Lê belê Şaredariya bajêr a ji partiya CDU, li pêşiya vê projeyê dibe asteng.
Tê gotin, rêveberiya bajêr di bin bandora hewldanên lobiya Tirk a DÎTÎB'ê de ne.
Kurdên li eyaleta Saarland a Elmanyayê dijîn, beriya niha bi demekê, erdekî ji 3 hezar metreçargoşeyî li bajarê Volklîngekê ji bo çêkirina saziya bi navê 'Navenda Çanda Kurdistanê ya Saarlandê' kirîn. Hat xwestin, ku malên biçûk ên li nava vî erdî ji nû ve bên sererastkirin û saziyeke ku xizmetên çandî û olî bide, were evkirin. Lê belê ev proje li astengiya rêvebriay partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) aliqî.
Bi taybetî, ji ber hewldanên serokê koma CDU ya bajêr Stefen Rabel û Şaredariyê Volklîngenê Wolfgang Bîntz projeya navenda çandê ya Kurdan nakeve meriyetê. CDU di destpêkê de 'kêmasiyên' projeyê û pirsgirêka parkê ya navendê kir bahane. Di encama propaganda giran a CDU de, li konseya bajêr a Volklîngenê dengdan li ser projeyê hate kirin û 15 dengên 'erê', 16 dengên 'na' derket.
LOBIYA TIRK A DÎTÎB'Ê LI DIJÎ MIZGEFTÊ DERKET
Li nêzî cihê ku Kurd dixwazin saziya xwe lê ava bikin, mizgefteke DÎTÎB'ê ya ser bi saziya diyanetê ya dewleta Tirk heye. Tê gotin, ji ber hewldanên DÎTÎB'ê yên li dijî projeya Kurdan, CDU polîtîkayeke bi vî rengî dimeşîne.
Ji rêveberên Navenda Çanda Kurdistanê Zekî Bozkûrt der barê projeya olî û çandî ya Kurdan de agahî da ANF'ê û got, "Rêveberiya CDU ya li bajêr em timî mijûl kir. Di destpêkê de gotin, 'em hilbijartinên meha Adarê bibihurînin'. Hilbijartin qediya, lê proje dîsa jî nehat erêkirin. Hem şaredariya bajêr, hem jî şaredariya bajarê mezin di destê CDU de ye. Ji ber vê yekê li her cihî astengî derdikeve pêşiya me."
Bozkûrt diyar kir, li gorî projeya xwe ya vekirina navendê ew dixwazin hem xizmeta çandî hem jî ya olî bidin, her wiha ji bo zarokan jî dersxaneya ji dersên Elmanî bidin.
'PÊŞÎ LI MAFÊ XIZMETA OLÎ YA KURDAN TÊ GIRTIN'
Di dewama axaftina xwe de Bozkûrt got, "Ji bo vî erdî, 350 hezar Euro ji bo me hate bexşandin. Ji bo înşaetê, me ji niha ve zêdeyî 10 hezar Euro dane. Lê belê projeya me hate astengkirin. Ji me re gotin, dibe ku pirsgirêka parkê hebe. Me li hewşê cihê parkê çêkir, dîsa jî qebûl nekirin. Timî bahaneyan derdixînin pêşiya me. Li vî bajarî zêdeyî 100 malbatên Kurd hene. Ev mirovên me nikarin bi zimanê xwe xizmeta çandî û olî bibînin."
Bozkûrt diyar kir, partiyên din ên li derveyî CDU jî alîkarî nedane wan û got, ew ê serî li dadgeriyê bidin.
Rayedarên rêxistina CDU ya bajêr ku ANF'ê xwe gihand wan, anîn ziman ku ew nikarin daxuyaniyekê bidin û biryar hatiye dayin.
CDU ya bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel, şirîka herî mezin a hikumeta koalîsyonê ya li Elmanyayê ye.